Çiya Kurd ji ANHA`yê re navaroka serdana şandeya Amerîkayê ji bo herêmê eşkere kir

Bedran Çiya Kurd got serdana şandeya Amerîkayê ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê re ji bo teqezkirina berdewamkirina piştgiriya leşkerî û siyasî ji bo herêmê û bi hemû rêbazan piştevaniya hewldanên pêşxistina çareseriya siyasî ya şerê Sûriyê, pêk hat.

Çiya Kurd ji ANHA`yê re navaroka serdana şandeya Amerîkayê ji bo herêmê eşkere kir
18 gulan, 2021   10:30
NAVENDA NÛÇEYAN- EHMED MIHEMED

Duh Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ragihand ku şandeyeke wan bi serokatiya cîgirê wezîrê karên derve Joy Hood, nûnera taybet a Sûriyê Aimee Cutrona û rêveberiya Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Iraq û Sûriye ya Koşka Spî Zahra Bell, serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir.

Wezaretê got şandeyê di 16`ê Gulanê de berê xwe daye herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê da ku bi fermandarên leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk, rayedarên Meclisa Sûriya Demokratîk û rûspiyên eşîrên herêmê re bicive.

Li gorî rayedarên Rêveberiya Xweser, şandeyê di serdana xwe de du civînên cuda ji aliyekî ve  bi “Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD)” re û ji aliyê din ve bi “Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Meclisa Sivîl a Reqayê”re, li dar xistine.

Têkildarî civînên ku li dezgehên çapemeniyê girtî hatibûn lidarxistin û têkildarî stratejiya Amerîka li Sûriyê û bi taybetî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştî hatina rêveberiya nû ya Amerîka li ser desthilatê, cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd bi hevpeyvîneke taybet ji ANHA`yê re axivî.

Çiya Kurd got: “Di hevdîtinan de şandeya Amerîkayê teqezî bi wê yekê kiriye ku ew ê di şer li dijî terorê de piştgiriyê bidin Hêzên Sûriya Demorkatîk û Rêveberiya Xweser, wê pitşgiriya istqrara li herêmê ji aliyê aborî û mirovî ve bikin û li ser kêmkirina şer û nakokiyan li herêmê kar bikin."

Bedran Çiya Kurd wiha domand: “Şandeyê her wiha teqezî bi wê yekê kiriye ku pêwîste rê nedin têkbirina istqrarê û teqez kirin ku serdana wan ji bo teqezkirina berdewamkirina piştgiriya siyasî û leşkerî û bi rêbazan piştbiriya hewldanên pêşxistina çareseriya siyasî ji bo şerê Sûriyê, her wiha ji bo destekdayîna hevakarên wan ji bo mayîndekirina istqrarê li herêmê, pêk hatiye.”

Çiya Kurd destnîşan kir ku wekî nûnerên siyasî û leşkerî yên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê wan bal kişandiye ser astengiyên di aliyê siyasî, leşkerî û aborî de yên li pêşiya wan û teqez kirine ku divê rêveberiya nû ya Amerîkayê wekî aliyê leşkerî di xebatên siyasî de jî rolekê bilîze.

Bedran Çiya Kurd wiha dewam kir: “Her wiha bal li ser rewşa herêmên dagirkirî û bi taybetî Efrînê hatiye kişandin, ku rastî hemleyeke qirkirinê ya berfireh tê û hatiye gotin ku sînorek ji wan sûcan re bê danîn. Her wiha behsa astengiyên aborî kirine ku li gel ziwabûnê û qutkirina avê ji aliyê dewleta Tirk ve, yek ji pirsgirêkên sereke ye.”

Çiya Kurd da zanîn ku tevgerên DAIŞ`ê û çalakbûna wê vê dawiyê ku piştgiriya ji herêmên din bin dagirkeriya Tirkiyê de û çolistana Sûriyê digire, mijareke nîqaşê bûn û teqezî bi girîngiya berdewamkirina xebatê hevbeş hatiye kirin.

Bedran Çiya Kurd bi bîr xist ku ew serdana yekemîn e di vê astê de tê lidarxistin û got serdan pir girîng bû.

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bedran Çiya Kurd di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku divê hemû hewldanên navneteweyî li ser têkoşîna li dijî terorê, beşdariya rasteqîn û pratîkî ji bo peydarkirina çareseriya siyasî ji hemû welatiyên Sûriyê re be û got: “Bêyî wê yekê wê tu çareserî li asoyan xuya nekin, berojvajî dê alozî kûrtir bibe.”

(cx)

ANHA