Fermandariya QSD`ê bi rayedarên Amerîkayê re civiya

Fermandarê Giştî yê QSD`ê destnîşan kir ku civîneke encamgir bi şandeyeke Wezareta Derve ya Amerîka û Koşka Spî re pêk hatiye, tê de teqezî bi mayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê ji bo serkeftina li dijî DAIŞ`ê û xurtkirina Rêveberiya Xweser, hatiye kirin.

Fermandariya QSD`ê bi rayedarên Amerîkayê re civiya
18 gulan, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Têkildarî mijarê, Fermandarê Gişît yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî îro li ser hesabê xwe tiwwîter ev agahî belav kir.

Ebdî destnîşan kir ku wan bi şandeyeke payebilind a Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi serokatiya alîkarê wezîr Joy Hood û rêvebera Meclisa Ewlehiya Neteweyî ya Sûriye û Iraqê ya Koşka Spî Zahra Bell re, civînek li dar xistine.

Ebdî wiha got: “Teqezî bi mayîna hêzên Koalîsyona Navneteweyî li herêmê ji bo serkeftina bi temamî li dijî DAIŞ`ê, piştgiriya istiqrarê û xurtkirina Rêveberiya Xweser, hatiye kirin.”

(cx)

ANHA