Stasyona avê ya Sefafna tê restorekirin

Komîteya Şaredarî û Xizmetan a Meclisa Sivîl a Dêrazorê stasyona avê ya Sefafna ya li bajarokê Sûsa restore dike.

Stasyona avê ya Sefafna tê restorekirin
17 gulan, 2021   14:29
DÊRAZOR

Stasyona avê ya Sefafna ya li bajarokê Sûsa ji stasyonên sereke li gundewarê rojhilatê Dêrazorê ye ku avê dide derdora 20 hezar kes ji 4 gundên bajarokê .

Di dema dagirkirina çeteyên DAIŞ'ê de, stasyon hat xirabkirin û zêdetirî 3 salan ji xizmetê derketibû.

/ar/uploads/files/2021/05/17/135701_baxoz-av-28129.webp

Komîteya Şaredarî û Xizmetan a girêdayî Meclisa Sivîl a Dêrazorê qonaxa yekemîn a ji nû ve restorekirina stasyonê da destpêkirin. Di vê qonaxê de dê filterên nû, depoyên avê û jenartor û xetên avê werin danîn. Li gorî rêveberên komîteyê lêçûna vê projeyê 65 hezar dolar e.

Tê payîn ku proje heta 16'ê Hezîrana bê bi dawî bibe.

 ANHA

/ar/uploads/files/2021/05/17/135713_baxoz-av-28329.webp