'Ji bo parastina nasnameya me divê seferberiya giştî were ragihandin'

Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê bang li hemû hêzên siyasî yên kurdî kir ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk seferberiya giştî ragihînin û di çarçoveya şerê gelê şoreşger de bixebitin.

'Ji bo parastina nasnameya me divê seferberiya giştî were ragihandin'
17 gulan, 2021   14:01
ŞEHBA

Dewleta Tirk êrişên xwe yên dagirkeriyê yên li ser Kurdistanê, di serî de Herêmên Parastinê yên Medyayê berdewam bikin. Gerîlayên HPG û YJA Starê bersiva êrişan didin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di peyameke bi dîmen de ku di 6'ê Gulanê de hatibû weşandin gotibû, hêzên gerîla erkeke dîrokî ji bo parastina gelê Kurd û destkeftiyên wê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker pêk tînin. Bayik bang li gelê Kurd kir ku li kêleka gerîla bin û erkên xwe bi cih bînin.

Bi dehan endamên Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê, Tevgera Çand û Hunerê û endamên saziyên sivîl li qada kampa Berxwedan a li navçeya Fafînê ya Şehbayê kom bûn û têkildarî êrişên dewleta Tirk daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de banga xurtkirina têkoşînê hate kirin.

Endama rêveber a Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê Rûmet Bekir daxuyanî xwend û got: "Em gelê Kurd ji ber siyasetên qirêj ên dewleta Tirk gelek êş û azar kişandin, belavbûna fikirê rêber Abdullah Ocalan û avakirina şoreşa gelan li hemberî siyasetên qirkirin û komployên dewleta Tirk bû bersiv."

Rûmet Bekir diyar kir ku dewleta Tirk bi êrişên xwe armanc dike ku destkeftiyên gelê Kurd tune bikin û êrişên li ser Şengal, Efrîn, Serêkaniyê, her dawî Heftanîn, Garê, Zap, Metîna û Avaşînê mînaka vê yekê da.

Rûmet Bekir di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana gerîlayan û ev yek diyar kir: "Li hemberî êrişên Tirkiyê gerîla berxwedan û efsanên qehremantiyê raber dikin, wê Tirkiyê nikaribe gerîla têk bibe. Ji ber ku ev şer dîrokî ye divê hemû hêzên siyasî yên kurdî seferberiya giştî ragihînin û di çarçoveya şerê gelê şoreşger de bixebitin. Em di Desteya Çand û Hunerê bang li gelê Kurd li hundir û derveyî welat û hemû hêzên siyasî, hunermend û rewşenbîrên Kurd dikin ku ji bo parastina nasnameya me yekitiya xwe ava bikin."

ANHA