Saziya Enerjî û Peywendiyan çareseriyek ji ber pirsgirêka kehrebeyê ya li Hesekê peyda kir

Saziya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê saetên dayîna keherbeyê ji bo navçe û gundewarê wê kêm dike da ku kehrebê bide Hesekê û Til Temirê.

Saziya Enerjî û Peywendiyan çareseriyek ji ber pirsgirêka kehrebeyê ya li Hesekê peyda kir
Saziya Enerjî û Peywendiyan çareseriyek ji ber pirsgirêka kehrebeyê ya li Hesekê peyda kir
Saziya Enerjî û Peywendiyan çareseriyek ji ber pirsgirêka kehrebeyê ya li Hesekê peyda kir
Saziya Enerjî û Peywendiyan çareseriyek ji ber pirsgirêka kehrebeyê ya li Hesekê peyda kir
17 gulan, 2021   15:07
HESEKÊ – BASIM DEXÎL

Tûrbînin gazê yên derxistina kehrebeyê ji kargeha gazê ya Cibisa ya başûrê Hesekê 25 megawat kehrebê derdixîne. Kargeh ji 3 tûrbînan pêk tê ku bi hev ve girêdayî ne û hilbirîna her tûrbînekê derdora 10 megawat e.

Ji ber kêmkirina asta ava çemê Firatê li ser Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve, tûrbînin kehrebeyê ji xizmetê derketin û di encamê de kehrebe li ser tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê qut bû.

Wekî çareseriyeke demkî û lezgîn ji vê pirsgirêkê, Gerînendeya Giştî ya Enerjî û Peywendiyan dê bi rêya tûrbînin gazê yên stasyona Cibisa kehrebeyê bide bajarê Hesekê û navçeya Til Temirê û gundewarê başûrê Hesekê.

/ar/uploads/files/2021/05/17/142035_dhha-altraf.webp

Hevseroka Saziya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê Duha El-Teraf ji ANHA'yê re axivî û got: "Ji derdora 15 rojan ve rewşa kehrebeyê nebaş bûye, ji ber ku rêjeya herkîna ava çemê Firatê gelekî kêm bûye. Lew ra em neçar man ku dahatên kehrebeyê ji stasyona Cibisa di navbera Şedadê, Hesekê û Til Temirê de parve bikin."

Duha El-Teraf destnîşan kir ku beriya niha tûrbîn kehrebe dida gundewarên başûrê Hesekê tenê û saetên dayîna kehrebeyê rojane digihişt 8 heta 10 saetan.

Hevseroka Desteya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê diyar kir ku dayîna kehrebeyê bi rêya tûrbînin Cibisayê çareseriyeke lezgîn e ku dê bi awayekî asayî kehrebe bide bajar û gundên wê û got: "Her taxek wê saetekê kehrebe bigire, ji ber ku bajarê Hesekê mezin e û taxên wê pir in, roja din wê kehrebê bidin gundewarê başûrê Hesekê."

Duha El-Teraf sedema kêmkirina dayîna kehrebê destnîşan kir û got: "Sedem bilindbûna pileya germê ye, ji ber wê berpirsên kargehê  neçar dimînin ku wekî navber 4 saetan bê navber tûrbîn nexebitînin."

Hevseroka Desteya Enerjî û Peywendiyan a Şedadê Duha El-Teraf da zanîn ku şêniyan ji ber kêmkirina saetên dana kehrebeyê serî li saziyê dan û gilî kirin û wiha domand: "Em kehrebê didin Hesekê da ku pêwîstiyên xwe bi cih bînin, ya herî girîng avê dagirin, nemaze piştî krîza dijwar a ku dewleta Tirk a dagirker sedema wê ye."

ANHA