Rêveberiya Xweser hin alav pêşkêşî Navenda Horî kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hin alav pêşkêşî Navenda Horî ya perwerdekirina zarokan kir.

Rêveberiya Xweser hin alav pêşkêşî Navenda Horî kirin
17 gulan, 2021   13:11
QAMIŞLO

Ji armancên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê li hemberî bermahiyên DAIŞ`ê û tunekirina fikrên tundraw e û piştgiriya projeyên perwerdekirina zarokan û nemaze zarokên ku ji bo sûcan hatine bikaranîn ku li navendên rêveberiyê dimînin.

Piştî ku alav radestî Navenda Horî a li bajarokê Til Marûf ê girêdayî navçeya Tirbespiyê hatin kirin, hevseroka Nivîsgeha Kar û Bar û Sererastkirinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebîr Xalid daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hate teqezkirin ku Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser bingehê berpirsyariyên wê di piştbiriya projeyên perwerde û gihandina zarokan de, hin alav pêşkêşî Navenda Horî kirine.

Her wiha hate destnîşankirin ku alavên hatine pêşkêşkirin, ji pirtûk, alavên teknîk, kompîtur û çapkeran pêk tên.

Hate daxuyandin ku Rêveberiya Xweser vê piştgiriyê wek parçeyekî têkoşîna li dijî rêxistina DAIŞ`ê û fikrên tundraw dibîne. Her wiha ev piştgirî wek piştgiriya xebatên perwerdeyê li herêmên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku Navenda Horî sala 2017`an li bajarokê Til Marûf ê Tirbespiyê hate avakirin. Navend wekî dibistanekê ye, tê de zarokên ku ji aliyê DAIŞ`ê ve hatine biçekkirin û beşdarî operasyonên şer û terorê dihatin kirin, dimînin. Navend bi rêya perwerdeyê armanc dike ku zarokan tev li civakê bike.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/fLjMX6mP2Po" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>