Li Beyrûtê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin

Komeleya Çand û Civakî ya Newroz a li Lubnanê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek li dar xist.

Li Beyrûtê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin
Li Beyrûtê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin
Li Beyrûtê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin
Li Beyrûtê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin
Li Beyrûtê bi boneya Cejna Zimanê Kurdî panelek hate lidarxistin
17 gulan, 2021   13:09
 BEYRÛT

Panel li navenda komeleyê ya li Beyrûtê bi tevlêbûna bi dehan kurdistiyan li dar ket.

Di panelê de seroka komeleyê Henan Osman axivî û Cejna Zimanê Kurdî (15`ê Gulanê) pîroz kir û got: “Ziman kurdî nasname, çand û hebûna me ye. Ruxmî hewldanên tunekirinê, lê heta niha zindî ye.”

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Lubnanê Serhed Cûlî axivî û got, di 15`ê Gulana 1932`yan de kovara Hawar hat derxistin û bi saya xebatên rewşenbîrên Kurd mîn Celadet Bedirxan, Nûredîn Zaza û Osman Sebrî ev kovar hêviyên gelê Kurd rave kirin.

Nûnerê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê yê Lubnanê, Ebduselam Ehmed bal kişand ser rola hunera kurdî ji bo parastina zimanê Kurdî û diyar kir ku ruxmî hewldanên pişaftinê û tunekirina ziman, lê hunera Kurdî ew ji tune bûnê parast.

Di dawiya panelê de beşdaran xelekên govendê li ber stranên gelêrî gerandin.

(şx)

ANHA