Qonaxa duyemîn a Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn sibe dest pê dike

Sibê dê qonaxa duyemîn a Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn bi pêşandana tabloyan li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê ya li Qamişloyê dest pê bike.

Qonaxa duyemîn a Komxebata Şêwekariyê ya Rojava ya Sêyemîn sibe dest pê dike
17 gulan, 2021   12:56
QAMIŞLO-SOLÎN EHMÊ

Bi armanca veguhastina çandan û tecrubeyên hunerî, Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê 6`ê Gulanê Komxebata Şêwekariyê ya Rojava Sêyemîn li bajarê Tebqayê bi tevlêbûna 25 hunermendên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dar xist.

Qonaxa yekemîn a komxebatê di 6`ê Gulanê de li Tebqayê 6 rojan dom kir. Di qonaxa yekemîn a komxebatê de, werşeya kar li dar ket û tê de hunermendan xebat û berhemên xwe amade kirin ku tê payîn di 18`ê Gulanê de li Qamişloyê di qonaxa duyemîn de werin pêşandan.

‘HUNERMENDÊN KU TEV LI PÊŞANGEHÊ BÛNE’

128 hunermendan li gel berhemên xwe yên cuda, tabloyek hazir kir ku dê sibe anku sêşemê saet di 11:00`an de di pêşangeh ku dê li hola Navenda Mihemed Şêxo a Çand û Hunerê ya Qamişloyê li dar bikeve, were pêşandan.

/ar/uploads/files/2021/05/17/113634_dsc_0001.webp

Girêdayî mijarê cîgira hevserokatiya Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ronahî Hesen destnîşan kir ku hunermendên ku tev li komxebatê bûne, dikarin bi kêfa xwe tabloyan çêkin. Her wiha diyar kir ku piraniya tabloyên ku hazir bûne, rewşa jiyanî ya li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave dikin.

Di çalakiya sibe de ku tê payîn 3 roj berdewam bike, dê 3 semîner saet di 17:00`an de li ser dika Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê werin dayîn. Yek wê girêdayî “Nirxandina tecurbeya hunermend Zuhêr Hisên” û dê ji aliyê şêwekar Munîr Şêxî ve were nirxandin. Semînera duyemîn dê girêdayî “Hunera nûjen” be û dê ji  aliyê Mihemed Emîn Ebdo ve were dayîn. Semînera dawîn dê bi navnîşan “Taybetmendiyên wêneyên zarokan” be û dê ji aliyê Rêzan Mişo ve were dayîn.

Li rex wê jî pêşangeh dê heta dawiya Gulanê li dar be. 

`HUNER NAMEYA AŞTIYÊ YE`

Derbarê armancên komxebatê de Ronahî got: “Em dixwazin peyama hunermendan a girêdayî rewşa herêmê ragihînin cîhanê. Ji ber ku huner peyama aştiyê ye û tevlêbûna hemû pêkhateyên herêmê rewşa heyî li gel rêgeza neteweya demokratîk a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rave dike.

Ronahî bal kişand Komîteya Amadekar a komxebatê û da xuyakirin ku endamên wê ji 4 herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne anku ji Şehba, Kobanê, Cizîr û Tebqayê ne. Her wiha diyar kir ku komxebat ji Sibatê ve dest pê kirî.

Têkildarî cudahiya di navbera îsal û salên borî de Ronahî teqez kir ku hejmara hunermendan ji par zêdetir e.

Ronahî bi bîr xist ku di şahiya dawîn de dê hemû hunermend ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve werin xelatkirin, her wiha di dawiya pêşangehê de kesên ku tabloyan dixwazin, dikarin bikirin.

1`emîn Komxebata Şêwekaran sala 2016`an û ya duyemîn sala 2018`an li Kobanê li dar ket. Îsal jî ji ber hejmara zêde ya hemû pêkhateyên herêmê, komxebat li Tebqayê dest pê kir.

Şênî dikarin ji 18`ê Gulanê heta 31`ê Gulanê rojane ji saet 09:00`an heta 21:00`an serdana pêşangehê bikin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SSaYeU5hLAY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>