Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi Koronayê ketin

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser ragihand ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi covid-19 ketine û 3 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 47 kesên din bi Koronayê ketin
17 gulan, 2021   11:52
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr. Ciwan Mistefa ragihand ku li herêmê 3 nexweşên Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Mistefa diyar kir ku 47 kesên din bi Koronayê ketine ew jî 22 mêr, 25 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 16

Qamişlo: 12

Dêrik: 4

Dirbêsiyê: 5

Reqa: 10

Mistefa her wiha destnîşan kir ku 5 kes baş bûne.

Bi van daneya re, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 17 hezar û 45 kes bi Koronayê ketine, ji wan 700 kesî jiyana xwe ji dest daye û hezar û 751 kes baş bûne.

(cx)