​​​​​​​Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re carek din serlêdan kir

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan ji bo çûyîna Îmraliyê û hevdîtina bi rêber Ocalan re careke din serî li dozgeriyê dan.

​​​​​​​Parêzeran ji bo hevdîtina bi rêber Ocalan re carek din serlêdan kir
17 gulan, 2021   09:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Parêzerên rêber Abdullah Ocalan, Faîk Ozgur Erol, raziye Ozturk, Rezan Sarica û Cengîz Yureklî serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan û xwestin hevdîtinê bi muwekîlê xwe re bikin.

Rêber Abdullah Ocalan herî dawî 25'ê Adarê karîbû bi birayê xwe re bi telefonê biaxive. Ev axaftin jî tenê ji bo çend deqeyan dewam kiribû û piştre hatibû birîn.

Ji parêzerên rêber Ocalan, Rezan Sarica û Nevroz Ûysal piştî 8 salan di 2 û 22'ê Gulanê, 12 û 18'ê Hezîranê û 7'ê Tebaxa 2019'an de karîbûn muwekîlê xwe bibînin. Ji wê rojê ve serlêdanên ji bo hevdîtinê bêbersiv têne hiştin.