Rojnameyeke Brîtanî: Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîye

Rojnameya Mornîng Star, ya Îngîlîstanê nûçeya di derbarê bikaranîna çekên kîmyawî ya li dijî gerîlayên azadiyê de kir manşêt. Rojnameyê bikaranîna çekên kîmyawî li hemberî gerîlayên azadiyê, bi belgeyan piştrast kir.

Rojnameyeke Brîtanî: Dewleta Tirk çekên kîmyewî li dijî gerîla bi kar anîye
17 gulan, 2021   09:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Îngîlîstanê Mornîng Star, îdîaya ku Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) di operasyonên eskerî yên di 23’yê Nîsanê de, li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê dest pê kir de, çekên kîmyewî bi kar aniye, kir manşeta xwe.

Di nûçeya di rojnameyê hat dayîn de, hat diyarkirin ku TSK’ê di 3’yê Gulanê de li herêma Avaşînê li dijî HPG’iyan çekên kîmyewî bi kar aniye. Rojnameyê ev îdîaya mijara gotineyê jî, bi hevdîtinên bi rayedarên KCK’ê yên derbarê mijarê de hatibûn kirin û wêneyên HPG’iyên di operasyonê de jiyana xwe ji dest dayîn, pişt rast kir.

BANGA ŞANDEYEKÊ

Berdevkê KCK’ê Zagros Hîwa, di daxuyaniya da rojnameyê de, wiha got: “Me dît ku di canê şehîdan de, tu birîn tuneye. Ev jî dide nîşandan ku hêzên Tirk di êrişan de çekên kîmyewî bi kar anîne.”

Komîteya Karên Derve ya KCK’ê jî, ji bo lêkolînkirina îdîayên bi kar anîna çekên kîmyewî, bang li hemû sazî û dezgên navneteweyî kirin ku biçîn herêmê û lêkolîn bikin.

CENAZEYÊN BI ERDÊ RE HATIN KAŞ KIRIN

Her wiha, di nûçeyê de, cih ji bo wêneyên cenazeyên HPG’ê yên jin û mêrekê yên bi erdê ve hatine kaşkirin jî hatiye dayîn.

Li aliyê din, di rojên derbas bûyî de jî, hin bi karhênerên medya înternetê û rayedarên HPG’ê jî, ev îdîayên mijara gotinê ne, anîbûn rojevê.