Êzidiyên Efrînê guhartina demografiyê li Efrînê şermezar kir

Êzidiyên Efrînê guhartina demografiyê ku dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê pêk tînin, şermezar kir.

Êzidiyên Efrînê guhartina demografiyê li Efrînê şermezar kir
17 gulan, 2021   09:24
ŞEHBA

Endamên Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û Yekitiya Jinên Êzidî li pêşiya navenda yekitiyê ya navçeya Ehdasê kom bûn û daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên yekitiyê Eyşe Sîdo ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku guhartina demografiyê li kantona Efrînê ji aliyê çeteyên tundraw û dewleta Tirk ve berdewam e.

Di daxuyaniyê de hate gotin ku bi destpêkirina êrişa artêşa Tirk di 2018'an de li dijî Efrînê, çeteyên DAIŞ'ê yên ku dewleta Tirk ji şerên Şengal, Mûsil û Kobanê kom kirin û ji nû ve perwerde kirin û ber bi Efrînê birin, da ku tola xwe rakin û banga qirkirina êzidiyên Efrînê kirin. Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku tevahiya perestgehên êzidiyan rûxandine.

Di berdewama daxuyaniyê de, hate gotin: "Dewleta Tirk ji bo ku bigihêje armancên xwe, hin komeleyên tundraw ji Qeter, Kiwêt û Filistînê bi sloganên olî anîn Efrînê da ku mizgeftan, navendên ezberkirina Quranê û avakirina mêtigehan li gundên êzidiyan ava bikin. Her wiha endamên Tirkmen û yên endamên din ên ne ji Sûriyê bi armanca pêkanîna guhartina demografiyê anîne kantonê. Di heman demê de, dewleta Tirk 60 gundên ku êzidî tê de dijiyan, tenê ji wan 20 gund hiştine."

Di daxuyaniyê de, Yekitiya Êzidiyan a Efrînê û koçberên kantona Şehbayê guhartina demografiyê ku dewleta Tirk li Efrînê dimeşîne, şermezar kir û wiha hate dewamkirin: “Em hebûna komeleyên îslamî yên tundraw li gundên êzidî û ferzkirina avakirina mizgeftan û navendên ezberkirina Quranê û ferzkirina cilên îslamî li ser êzidiyan û zexta li ser êzidiyan da ku sloganên îslamî berz bikin, şermezar dikin. Armanca wan ji vê yekê guhartina taybetmendiyên olî ye."

Di dawiya daxuyaniyê de, bang li DYA, Rûsya, Yekitiya Ewropayê û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku fişarê li dewleta Tirk bikin da ku xebatên komeleyên îslamî yên tundraw li Efrînê bisekînin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s6m5-FN9G_o" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>