Malbatên şehîdan: Em ê bi hevgirtin û xurtkirina têkoşînê bi ser bikevin

Malbatên şehîdan li Helebê êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û ew wek qonaxa têkçûna dewleta Tirk bi nav kirin û got:"Divê em têkoşînê xurt bikin û rêberê aştî û mirovahiyê Abdullah Ocalan azad bikin.”

Malbatên şehîdan: Em ê bi hevgirtin û xurtkirina têkoşînê bi ser bikevin
17 gulan, 2021   08:06
HELEB-MIHEMED EBDO

Malbatên şehîdan li bajarê Helebê nerazîbûna xwe li hember sûcên dewleta Tirk diyar kir û piştrast kir ku têkoşîn rêya serkeftinê ya li dijî faşîzmê ye.

/ar/uploads/files/2021/05/17/070457_mhmd-khlyl.webp

Bavê şehîd Çekdar, Mihemed Xelîl di destpêka axaftina xwe de êrişên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin û got: "Rêber Abdullah Ocalan berê em hişyar kirin û got ‘Ger êrişên dijmin zêde û dijwartir bibin, wê demê bizanin ku ew di tengasiyekê de ye ku nikare jê derkeve.’ Ev yek diyar dike ku ev qonax têkçûna dewleta Tirk e.”

Xelîl wiha dom kir: "Em amade ne ku bi tevahî hêz û derfetên heyî li dijî wan bisekinin, em ji bilî serkeftinê tiştekî din qebûl nakin. Wekî malbatên şehîdan ji bo parastina destkeftiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bidestxistin, em ê li kêleka şervanên xwe çekan hildin û em ê tu carî li hemberî van êrişên ku bandorê li gelê me dikin, teslîm nebin."

Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de Xelîl got: "Em dirêjkirina vê tecrîdê ku li ser rêberê me tê ferzkirin, qebûl nakin û em ê bi hemû hêza xwe vê komployê pûç bikin."

/ar/uploads/files/2021/05/17/070441_khaldh-hsw.webp

Her wiha xwişka her şehîd Sozdar û Dilşêr, Xalîde Hiso got: "Êrişên ku çiyayên Kurdistanê dikin armanc, nayên qebûlkirin, divê em bi her awayî piştgiriya HPG'ê bikin.”

Xalîde destnîşan kir ku divê derfetê nedin dewleta Tirk ku armancên xwe pêk bîne û tecrîda li ser rêber Ocalan yek ji planên dewleta Tirk e ku girêdana gel bi fikir û felsefeya azad ve qut bike, ji ber vê yekê divê gel tu carî teslîm nebe û parastina axa xwe ji Rojava heya Başûr û çiyayên Kurdistanê bidomîne.

/ar/uploads/files/2021/05/17/070527_yasmyn-iybw.webp

Têkildarî mijarê, xwişka şehîd Ruha, Yesmîn Îbo jî destnîşan kir ku divê hemû pêkhate û gel li pêşberî zehmetiyan destên xwe bidin hev.

Yesmîn wiha got: "Em wek malbatên şehîdan soz didin rêberê xwe ku bi hemû hêza xwe bixebitin da ku parastina fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bikin.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2qs3RPBbL3A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>