Pêkhateyên Cizîrê: Bi xurtkirina biratiya gelan tirsa dewleta Tirk pirtir dibe

Pêkhateyên herêma Cizîrê diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker bi hemû şêwazan hewldanên qirkirina li ser gelan dimeşîne û da zanîn ku bi qasî xurtkirina biratiya gelan dê tirsa dewleta Tirk ji pêkanîna êrişan pirtir bibe.

Pêkhateyên Cizîrê: Bi xurtkirina biratiya gelan tirsa dewleta Tirk pirtir dibe
17 gulan, 2021   07:55
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Dewleta Tirk a dagirker di hewldan û kiryarên xwe yên qirkirin û dijminatiya gelan de berdewam e. Beriya çend salan êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û di heman herêman de talanî û wêrankirina mal û milkên pêkhateyên herêmê, kir. Di vê demê de jî ava çemê Firatê kêm kiriye.

Pê re jî Herêmên Parastina Medyayê wekî her dem ji êrişên dewleta Tirk a dagirker bê par nemaye, operasyonên xwe dest pê dike û bi çekên kîmyewî êrişî hovane pêk tîne.

Têkildarî kiryarên dewleta Tirk a dagirker li hemberî gelan pêkhateyên herêma Cizîrê nêrîna xwe bi ajansa me re parve kir.

‘DEWLETA TIRK ÇEMÊ FIRATÊ QUT DIKE Û HÊZA DAIŞ`Ê XURT DIKE’

/ar/uploads/files/2021/05/17/062654_klwdya-ywnan.webp

Kilodya Yûnan ji pêkhateya Suryan e diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker dixwaze xak û herêmên wan ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dagir bike û destkeftiyên wan bi dest bixe û wiha got: “Em ji hemû pêkhateyan dixwazin li hemberî êrişî û hewldanên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker rawestin.”

Kilodya destnîşan kir ku ji aliyekî din ve dewleta Tirk a dagirker çemê Firatê qut dike û wiha got: “Hêza DAIŞ`ê jî li herêmê me xurt dike, bi hemû şêwazan kiryaran dike da ku miletê me ji herêmê koç bike, her wiha hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê penaber bike.”

‘BI KIRYARÊN XWE DIXWAZE DESTKEFTIYÊN GELAN BI DEST BIXE’

/ar/uploads/files/2021/05/17/062600_mhmd-ahmd.webp

Mihemed Ehmed ji pêkhateya Kurd diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hêzekê li kîjan deverê bibîne êrişî wê dike, tevlihevî û fitneyê di nava wê de diafirîne da ku wê tune bike û wiha got: “Mînaka wê jî dema şoreşa Sûriyê dest pê kir, dewleta Tirk destwerdan kir û hêz da komên çeta û li kêleka wan rawestiye. Bi vê yekê jî êrişî gelek herêmên Sûriyê kir.”

Ehmed got: “Piştre hêza xwe di hundirê Sûriyê de kêm kir û ji Sûriyê jî derxist da ku hîn bêhtir rewşê kontrol bike, ew çete bi kar anî û şandî Ermenistan, Azerbêcan û Lîbyayê."

Ehmed da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker êrişî herêmên ku piraniya wê Kurd kir û dagirker û heta niha jî di wan herêman de binpêkirinên derexlaqî dike û wiha domand: "Armanc jê ew e koçkirina gel ji herêmên wan da ku guhertineke demografî pêk bîne û destkeftiyên gel bibin."

‘LI HERÊMÊN ME DI NAVBERA PÊKHATEYAN DE GIRÊDANEKE XURT HEYE’

/ar/uploads/files/2021/05/17/062420_aaeshh-zydan.webp

Ehmed da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker piştî dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi diziya şûnwaran jî kir û hewl da tevliheviyê di nava pêkhateyên herêmê derxe holê û wiha got: “Lê gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe gihaştine rastiya vê yekê, bi yekdestî li hemberî dewleta Tirk rawestiyan."

Mihemed Ehmed da xuyakirin ku divê helwesta gelê herêmê bi hemû pêkhateyên xwe yek bimîne li beramberî dewleta Tirk û bi qasî xurtkirina biratiya gelan dê tirsa dewleta Tirk pirtir bibe û wiha got: “Li herêmên me di navbera pêkhateyan de girêdaneke xurt heye.”

Ayîşa Idrîs ji pêkhateya Ereb diyar kir ku ew ê tu carî xaka xwe radestî dewleta Tirk a dagirker nakin û wiha got: "Hemû pêkhateyên herêmê yekdest in.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0Zaz8GD_yhM" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>