`Êrişên dagirkeriya Tirk ne tenê li dijî gerîla, li dijî hemû Kurdan e`

Malbatên şehîdên ên herêma Firatê tekez kir ku îdiayên dewleta Tirk ku şerê PKK`ê dike, derew in û armanca wê ya sereke ew e ku hemû erdnîgariya Kurdan dagir bike.

`Êrişên dagirkeriya Tirk ne tenê li dijî gerîla, li dijî hemû Kurdan e`
16 gulan, 2021   00:43
KOBANÊ – NÎHAD KERHO

Berxwedana li Herêmên Parastinê yên Medyayê (Metîna, Zap û Avaşîn) yê Başûrê Kurdistanê, li hemberî êrişên artêşa Tirk a dagirker ji 23’yê Nîsana borî ve didome.

Êrişên dewleta Tirk ji aliyê malbatên şehîdan ên Rojava hatin şermezarkirin. Malbatan redkirina xwe ji êrişan re diyar kir û got ew qirkirina komî ya nû li dijî Kurdan e ku dewleta Tirk pêk tîne.

‘ARMANCA SEREKE KU HEMÛ ERDNÎGARIYA KU KURD TÊ DE DIJÎN, DAGIR BIKE’

/kr/uploads/files/2021/05/15/180116_.webp

Ji rêveberên Akademiya Emgihan Cûdî ya herêma Firatê Silêman Silêman ji ANHA’yê re got: “Armanc ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ku îradeya gelê Kurd bi rêya tunekirina gerîla bişikîne nexasim piştî binketinên li pey hev ku dewleta Tirk li wan herêman dît û bi tawana êrişên li dijî gerîla ku dixwaze Kurdan Ii her deverê tune bike.”

Di meha Sibata borî de artêşa Tirk a dagirker êrişî herêma Garê ya Başûrê Kurdistanê kir lê piştî 4 rojan bi bin ket.

Silêman Silêman tekez kir ku îdiayên dewleta Tirk ku ew şerê PKK`ê dike derew in, armanca sereke ji êrişan ew e ku hemû erdnîgariya ku Kurd tê de dijîn, dagir bike. Silêman îşaret pê kir ku şerê wê li dijî Kurdan e, ne tenê li dijî gerîla ye û wiha domand: "Ji bo ku em fenên dewleta Tirk eşkere bikin, divê em hinekî li paş vegerin û ji xwe bipirsin ka gelo Ermen û Asûr jî gerîlayên PKK`ê bûn heta ku dewleta Tirk sûcên herî qirêjî li dijî wan pêk anîn. Ma gelo Şêx Seîd jî gerîlayê HPG`ê bû ku heta di dîrokê de komkujî li dijî wî û malbata wî pêk anî, wê demê armanca dewleta Tirk eşkere ye û ew jî tunekirina gelên azadîxwaz bi taybet gelê Kurd e.”

Silêman Silêman di dawiya axaftina xwe de peyamek ji gelên herêmê re bi taybet gelê Kurd re şand û tê de hişyarî ji bûyerên ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê diqewimin da û got: “Ev yek bi erêkirina navneteweyî tê kirin û divê gelê Kurd li herêmê destekê bidin birayên xwe, ji ber ev şerekî çarenûsî ye û armanca dewleta Tirk ku gelê Kurd tune bike, xwe bigihîne Mûsil, Kerkûk û careke din dewleta Osmaniyan vejîne.”

‘DIVÊ EM DESTEKÊ BIDIN GERÎLAYAN'

/kr/uploads/files/2021/05/15/180137_.webp

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Şikriye Muslim jî wiha got: “Meclisa Malbatên Şehîdan berxwedana lehengî ya hêzên gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê silav dikin da ku parastina hebûna kurdî li hemû erdnîgariyê bike. Ji ber ev şerekî çarenûsî ye û armanca dewleta Tirk ji her kesî re eşkere ye û ew jî tunekirina Kurdan e.”

Şikriye Muslim wiha domand: “Divê em destekê bidin gerîla da ku em zêdetir di van rojên zehmet de ji ber komploya ku dijmin li dijî me dike, parçe nebin. Dewleta Tirk ji Kurdan hez nake.”

Şikriye Muslim wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em ji dewleta Tirk re dibêjin ku tişta ku tu dixwazî dûr e. Em planên te baş nas dikin. Em serî ji zilma te re natewînin. Me gavên mezin ber bi azadiyê ve avêtine. Divê gel baş bizane ku hene yên parastina wan dikin. Ji ber wê jî divê dakevin qadan û destekê bidin gerîla. Ji ber berxwedan ne tenê bi çekê ye lê belê bi îsbata hebûnê ye.”

(bx)

ANHA