Şerê li Xezayê di roja 6`emîn de didome

Artêşa Îsraîlê hedefgirtina mal û herêmên ku sivîl tê de dijîn ên li Xezayê, berfireh kir. Komên filistînî jî topbarana bi moşekan ji Xezayê ber bi Îsraîlê ve didomînin.

Şerê li Xezayê di roja 6`emîn de didome
15 gulan, 2021   11:20
XEZA

Nûçegihanê me ji Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê îro di saetên sibê de rêzeêrişên hewayî li dijî mal û herêmên ku sivîl tê de dijîn ên li herêmên cuda yên Xezayê, pêk anîn. Her wiha di encamê de kuştî û birîndar çêbûn.

Balafirên şer, tank û keştiyên şer; mal, herêmên sivîlan, saziyên niştecihan û binesaziyê topbaran dikin û nêzî 10 hezar malbat ji herêmên cuda yên Xezayê koçber bûne.

Hate zanîn ku tiştekî nû der barê agirbestê de tune ye. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ragihandiye, hêzên Îsraîlê herêmên sivîlan û malên wan dikin hedef da ku komkujiyan li dijî welatiyan pêk bîne û wezaretê di daxuyaniyeke xwe de diyar kir ku 12 malbatên filistînî bi temamî hatine kuştin.

Heta niha 139 filistinî, di nav wan de 39 zarok û 22 jin, hatine kuştin.

Komên Filistînê bersiva êrişan didin, topbaran ji Xezayê ber bi baregehên leşkerî û bajarokên Îsraîlê ve didome.

Li gorî raporên Îsraîlê ku 10 kes li Îsraîlê hatine kuştin û ji destpêka şer ve bi dehan kes birîndar bûne. Gerînendeyê nexweşxaneyeke Îsraîlê got, nexweşxaneyê kuştî û bi sedan birîndar pêşwazî kirine û tekez kir ku hikumeta Îsraîlê derewan li gelê xwe dike.

(bx)

ANHA