Partî û rêxistinên Kurdan: Gerîla tenê nehêlin

Nûnerên partî û rêxistinên ku tev li komxebata KNK’ê ya li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker bûne, diyar kir ku helwesta neteweyî girîng e û got ''Gerîla tenê nehêlin.''

Partî û rêxistinên Kurdan: Gerîla tenê nehêlin
15 gulan, 2021   13:06
NAVENDA NÛÇEYAN 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi navê “Li dijî dagirkeriya dewleta Tirk helwesta neteweyî” konferanseke online li dar xist. Konferansê piştî peyama endamê Konseya Rêveber a PKK'ê Murat Karayilan bi axaftina nûnerên partî û rêxistinên dewam kir. Ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa û Rûsya û Amerîkayê ji 200'î zêdetir kes tev li konferansê bûn û ji bo ku êriş bi dawî bibin, got divê Kurd bibin xwedî helwesteke neteweyî.

Nûnerê Tevgera Goran Dilêr Evdilxalik di komxebatê de axivî, diyar kir meseleya Kurd bi operasyon û êrişan çareser nabe, her wiha bi bîr xist ku ji 2016'an ve bi êrişên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê 165 sivîl şehîd bûne.

Evdilxalik her wiha got divê meseleya Bakurê Kurdistanê çareser bibe û got divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.

Nûnerê Komalayê Adel Eliyasî jî di axaftina xwe de diyar kir li dijî dewleta Tirk divê helwesteke xurttir were nîşandan.

Nûnerê PYNK'ê (Partiyên Yekitiya Neteweyî ya Kurd) Salih Gedo ku partîya sîwanî ya 25 partiyên Rojavayê Kurdistanê, bal kişande ser giringiya helwesta Kurdistanî ya li dijî êrişên dagirker ên Tirk, xwest ku PKK, PDK, YNK, Goran, hemû hêzên Kurd bibin xwedî helwesteke neteweyî û xwest ku DYE û YE demildest tevbigere.

Serokê Partiya Îslamî ya Kurdistanê (PÎK) Hîkmet Serbilind jî got: ''Li dijî van êrişan bêdeng nemînin, ji ber ku hedefa van Êrişan Başûrê Kurdistnaê ye.'' Bi berdewamî diyar kir ku êriş ne tenê li ser PKK'ê, li ser tevahiya Kurdan e û divê Kurd bi stratejiyeke hevpar dijî êrişan rabin.

Li ser navê Hizbî Zehmetkêşanî Kurdistanê Hîwa Selîm jî got ji êrişên Tirk armanc ne tenê PKK ye, armanc dagirkirina Başûr e û xwest ku Kurd bi helwesteke neteweyî rabin.

Nûnerê Tevgera Kawa Huseyîn Erkan jî xwest ku hemû hêzên Kurd destekê bidin berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirker ên Tirk.

Nûnerê PJAK'ê Birahîm Elîpûr jî  diyar kir ev şerê ku tê kirin ne tenê şerê dijî gerîla şerê dijî Kurdan û got, ''Çapemeniya cîhanê jî vî şerî weke şerê dewleta Tirk ê dijî Kurd dibîne.''

Cîgirê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Bakur-Rojhilatê Kurdistanê Bedran Çiya Kurd jî got hedefa êrişa n ne tenê PKK'ê ye û got: ''Li dijî siyaseta îmha û înkarê divê em hêzên xwe bikin yek.''

Serokê Otonomiya Neteweyî-Çandî ya Federal a Kurd Ferhat Patîyev jî got Kurdên Rûsyayê bi fikar li geşedanên li herêmê dinerin û got, dewleta Tirk dixwaze qira Kurdan bîne.

Her wiha ji nivîskar û rewşenbîr Dr. Çiya Abbas, Kadir Amaç, Faruk Henna Eto (Rûspiyê Suryanan),  Suad Hesso (Nûnerê Êzidiyên Rojava), Sidik Hessen, Fawzo Abdi, Hazhar Kakayî, Sitera Xûremî, Dr. Kurmanc Gundi  ku tevli konferansê bûn jî, xwest Kurd bi siyaseteke neteweyî rabin.