REPAK’ê piştgiriya xwe bi gelê Filistînê re ragihand

REPAK`ê piştgiriya xwe ji gelê Filistînê re ragihand û destnîşan kir ku di berxwedana wan a ji bo azadî û aramiyê de li kêleka wan in.

REPAK’ê piştgiriya xwe bi gelê Filistînê re ragihand
15 gulan, 2021   09:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Jinên Kurd a Têkiliyan (REPAK) têkildarî mijarê daxuyaniyeke nivîskî weşand.  

REPAK`ê diyar kir ku ew bûyer û aloziyên ku li Filistînê di encama êrişên Îsraîlê de çêbûne, dişopînin. REPAK`ê êriş şermezar kirin û piştrast kir ku ew li kêleka gelê Filistînê ne.

REPAK`ê destnîşan kir ku gelê Filistînê û gelê Kurd herî zêde êş ji siyaeta hêzên emperyalîst dîtine û wiha da zanîn: “Kiryarên Îsraîlê li dijî gelê Filistînê ji kiryarên dewleta Tirk ên li dijî gelê Kurd ne cudatir in."

(dm)

ANHA