Li çolistana Sûriyê 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Balafirên Rûsyayê di 48 seatên dawîn de, derdora 180 êrişan li dijî çolistana Sûriyê de pêk anîn, di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Li çolistana Sûriyê 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
15 gulan, 2021   09:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê opresyonên li dijî çolistana Sûriyê didomînin. Balafirên şer ên Rûsyayê ji duh ve şikeft û deverên din li derdora çiyayê El-Beşerî yê li ser sînorê Dêrazor û Reqayê de, eniyên gundewarên rojhilatê Hemayê, derdora Eseriya û çolistana Humsê kirin armanc.

Hejmara êrişên balafirên Rûsyayê li dijî çolistana Sûriyê di 48 seatên dawîne de gihaşt 180’an. Di encamê de 13 çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin.

Bi van daneyan li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ji 24'ê Adara 2019'an heta niha hezar û 423 endamên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û 149 endamên komên alîgirên Îranê di kemîn, êriş û teqînên li rojavayê Firat, çolistana Dêrazor, Reqa, Humis, Siwêda, Hema û Helebê de hatine kuştin.

(dm)