Rojnameyên erebî: Bangên erebî ji bo çareserkirina doza Filistînê

Rojnameyên erebî yên îro behsa şerê li Filistînê, aloziya siyasî li Lubnanê, her wiha aloziya bendava El-Nehdayê, kir.

Rojnameyên erebî: Bangên erebî ji bo çareserkirina doza Filistînê
15 gulan, 2021   08:43
NAVENDA NÛÇEYAN

 ‘AGIRÊ XEZAYÊ CAREKE DIN LÊNÛSÊN EL-NEKBE VEKIR‘

Têkildarî rewşa Filistînê rojnameya El-Şerq El-Ewset wiha nivîs: "Li ser xaka Filistînê û Îsraîlê rojeke nû ji şer, moşek û bombebarana hewayî di navbera her du aliyan de derbas bû. Îsraîl hêzên xwe li sînorê Xezayê, zêde kir. Li Difa El-Xerbiye şerên berfireh bi hêzên Îsraîlê re li 27 baregehan hate kirin. Ev êriş yên herî dijwarin ji destpêka serhildana duyemîn a 2000`an. Çavkaniyên diplomatîk ên erebî îşaret bi girîngiya xebatên li sekinandina şerê hikûmeta Îsraîlê li Xezayê, kir. Her wiha banga çareserkirina giştî ji doza filistînî li gorî biryarên rewa yên navneteweyî û însiyatîfa aştiyê ya ereban, hate kirinkir."

Her wiha çavkaniyan got agirê Xezayê jinûve lênûsên "El-Nekbe"ku di sala 1948`an hate kirin, vekir.

Şevê din Îsraîl baregehên Tevger Hemas topbaran û bombebaran kir û Tevgera Hemas êrişên bi moşekan dijwar kir. Di heman demê de Dîfa El-Xerbiye bû qada şer û di encama wê de 7 kes ji Filistînê hatin kuştin û zêdetirî 150 kesî jî birîndar bûn.

Di vê demê de xebatên erebî û navneteweyî ji bo agirbestê zêde bûn. Cîgirê alîkirê wezîrê karên derve yê Amerîkayê yê karûbarên Îsraîlê û Filistînê Hadî Emro gihaşt Til Evîvê da ku diyalogên girêdayî pêwîstiya xebatê ber bi agirbestê ve di navbera Îsraîl û Xezayê, pêk bîne. Berpirsên Îsraîlê jî metirsiyên xwe ji ber zextên amerîkî û navneteweyî di çarçoveya civîna Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ku sibe dê were lidarxistin, eşkere kir.

Ji aliyekî din ve jî Sekretêrê Giştî yê NY`yê Antonio Guterres bang li aliyan kir ku şer rawestînin û destnîşan kir ku divê herdu alî derfetê bidin xebatan navberkariyê.

 ‘MÎQATÎ CAREKE DIN DERKET HOLÊ Û DERFETÊN EL-HERÎRÎ YÊN AVAKIRINA HIKUMETA LUBNANÊ KÊM DIBIN'

Girêdayî rewşa Lubnanê rojnameya El-Ereb ev tişt got: "Hin aliyên Lubnanê di her du rojên dawîn de propegendayê dikin ku serokwezîrê berê Necîb Mîqatî ji bo avakirina hikûmeta nû li şûna Serokê Şepêla Musteqbel Sed El-Herîrî ve were erkdarkirin."

Her wiha tê gotin, destekdayîna Amerîkî – Fransî ji bo hilbijartina Mîqatî heye. Mîqatî di sala 2011 – 2014`an serokwezîrê Lubnanê bû. El-Herîrî jî vê yekê red nake nexasim ku ew zane di avakirina hikûmetê de bi binket.

 ‘WASHINGTON BANGA JINÛVE DESTPÊKIRINA DIYALOGÊN BENDAVA EL-NEHDAYÊ KIR‘

Girêdayî aloziya benda El-Nehdayê rojnameya El-Beyan ev tişt got: "Wezareta Karên Derve ya DYA`yê duh banga jinûve destpêkirina lihevkirinên di navbera Ethiopia, Misir û Sûdanê der barê benda El-Nehda di zûtirîn dem de, kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin, herêm di guhartinên girîng re derbas dibe de. Biryarên ku di hefte û mehên pêşde were girtin dê bandorên wê yên mezin li ser gelên herêmê û berjewendiyên Amerîkayê, hebe.

(bx)