Polîtîkayên dewleta Tirk ên birçîkirinê li dijî gelên herêmê didomin

Dewleta Tirk a dagirker polîtîkayên birçîkirinê li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne. Li gorî çavdêrên siyasî armanc ji vê yekê şikandina vîna gelên herêmê û têkbirina Rêveberiya Xweser e.

Polîtîkayên dewleta Tirk ên birçîkirinê li dijî gelên herêmê didomin
Polîtîkayên dewleta Tirk ên birçîkirinê li dijî gelên herêmê didomin
Polîtîkayên dewleta Tirk ên birçîkirinê li dijî gelên herêmê didomin
Polîtîkayên dewleta Tirk ên birçîkirinê li dijî gelên herêmê didomin
15 gulan, 2021   07:52
KOBANÊ - MEYSA EKARÎ

Li gel êrişên leşkerî, dewleta Tirk a dagirker bi hemû rêbazên şerê taybet û polîtîkayên birçîkirinê li dijî gelên herêmê dimeşîne.

Dewleta Tirk asta ava çemê Firatê li ser Sûriyê gelekî kêm kir. Di encamê de bandoreke neyînî li tevahî qadên jiyanî kir û rasterast bandor li çandiniyê kir. Her wiha bû sedema qutkirina kehrebeyê, li aliyekî din jî ava vexwarinê qirêjî kir ku dibe sedema derketina nexweşiyan. 

Li gel vê yekê, artêşa Tirk û çeteyên wê bi zanebûn zeviyên çandiniyê yên li ser sînorê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê dişewitîne.

Li gel sûcên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hikumeta Şamê di Adara derbasbûyî de deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser re girtin, da ku tevgera bazirganiyê li herêmê pûç bike.

'DEWLETA TIRK Û ALÎGIRÊN WÊ LI DIJÎ ÎRADEYA GELÊN HERÊMÊ PLANAN DIKIN'

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê Leyla Ehmed li ser mijarê axivî û got: "Tirkiyê li Kobanê destek da DAIŞ'ê û di qada leşkerî de têk çû, şêniyên Kobanê bi vîna xwe ya xurt bajarê xwe ji nû ve ava kir û rêveberiya xwe ya xweser ava kir. Piştî vê têkçûnê Tirkiyê û alîgirên wê li dijî gelê herêmê plan kir da ku vîna gel têk bibin û destkeftiyên aborî yên gel derbe bikin."

Leyla Ehmed destnîşan kir ku dewleta Tirk asta ava çemê Firatê kêm kir ku ev yek bandoreke neyînî li çandinî û cotkaran kir û wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ji vê yekê derbekirina aboriya herêmê ye, hemwextî vê yekê hikumeta Şamê deriyên sînor ên bi Rêveberiya Xweser re girtin da ku tevgera bazirganiyê pûç bikin. Her wiha hikumeta Şamê armancên dewleta Tirk pêk tîne, ev yek di kiryarên wê de diyar dibe ku her du jî li ser armanca birçîkirina gelên herêmê li hev kirine."

Leyla Ehmed di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser şewitandina zeviyên çandiniyê ji aliyê dewleta Tirk û çeteyên wê ve û bi bîr xist ku 11'ê vê mehê çeteyên girêdayî dewleta Tirk li gundên rojavayê kantona Kobanê bi dehan hektar zeviyên çandiniyê şewitandin.

'ARMANC GEL JI XETA BERXWEDANÊ DÛR BIXIN'

Hevseroka Meclisa Kantona Kobanê destnîşan kir ku armanc ji wan kiryaran gelên herêmî birçî û di nava tirseke domdar de bihêlin û wan ji xeta berxwedanê dûr bixin da ku vîna wan bişkîne û di encamê de wan ji herêmê bidin koçberkirin.

Leyla Ehmed axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Lê wekî ku em dibînin vîna gelê Kobanê xurt e û hîna jî bi keleha berxwedanê tê naskirin."

'LI SER HESABÊ BIRÇÎKIRINA GEL, BERJEWENDIYÊN SIYASÎ PÊK TÎNIN'

Li aliyekî din jî Seroka Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Kobanê Ronahî Kenan qutkirina ava çemê Firatê şermezar kir û wiha got:"Armanc ji vê yekê zextê li gelên herêmê bike û li ser hesabê birçîkirina gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî û têkbirina gelê Kurd bi taybet berjewendiyên xwe yên siyasî pêk bînin."

Ronahî Kenan diyar kir ku gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhate û rengên xwe di berxwedana li dijî faşîzmeya dewleta Tirk de berdewam in û Tirkiyê çi bike jî nikara vîna xurt a gelên herêmê bişkîne.

DI NAVA BÊDENGIYA NAVNETEWEYÎ DE BINPÊKIRIN BERDEWAM IN

Dewleta Tirk ji 27'ê Çileya borî ve asta ava çemê Firatê li ser Sûriyê kêm kiriye, di encamê de cara yekmîn di dîrokê de asta ava çemê bi qasî 5 metreyan daket. Dewleta Tirk bi vê yekê peymana di sala 1987'an de bi Sûriyê re îmze kiriye bin pê dike, ku li gorî wê divê 500 metrekab av di saniyeke de berde û di navbera Iraq û Sûriyê de were parvekirin.

Girêdayî mijareke din, artêşa Tirk û çeteyên wê ji bajarê Cerablusê ku di sala 2016'an de dagirkiriye, zeviyên çandiniyê yên li derdora bajarokê Şêxler (Şiyûx) ê Kobanê şewitandin. Di 11'ê vê mehê de bi kêmanî 100 donim zeviyên genim û ceh dan ber agir. Ji ber vê şewatê xetên ava vexwarinê yên ji çemê Firatê ber bi bajarê Kobanê ve şewitîn û av bi rojan li ser bajar qut bû.

Tevî bangewazî û hişyarbûna li ser rûdana karesteke mirovî ya ji ber qutkirina ava Firatê, lê civaka navneteweyî bêdeng e û ev bêdengî derfetê dide Tirkiyê da ku sûcên xwe bidomîne.

ANHA