Lêkolînerê misirî: Dewleta Tirk çeteyan li dijî gerîla bi kar tîne lê dê bi ser nekeve

Lêkolînerê misirî Muhsên Ewedallah diyar kir ku beşdarkirina çeteyên ji Sûriyê di şerê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de dihat pêşbînkirin û bi siyaseta dewleta Tirk re li hev tê û got armanca wê ew e ku çete bibin alternatîfeke erzan ji kuştiyên artêşa Tirk re.

Lêkolînerê misirî: Dewleta Tirk çeteyan li dijî gerîla bi kar tîne lê dê bi ser nekeve
15 gulan, 2021   02:47
NAVENDA NÛÇEYAN - YEHYA EL-HEBÎB

Çavkaniyên pêbawer ragihand ku artêşa Tirk a dagirker 450 çeteyên ku beşdarî şerên Qerebax û Lîbyayê bûne, veguhastine Herêmên Parastinê yên Medyayê da ku êrişî gerîla bikin.

Heman çavkaniyan destnîşan kir ku ew çete cilên hêzên taybet ên Tirkiyê li xwe dikin.

Dewleta Tirk a dagirker çeteyên ji Sûriyê di şerê Lîbya, Azerbêcan û hin herêmên din de bi kar anîbûn.

Bikaranîna çeteyên sûrî di şerên dewleta Tirk ên li dijî gerîla de, ji ber binkeftin û zirara ku rojane digihêje artêşa Tirk, pêk tê.

‘SIYASETEKE DOMDAR A TIRKIYÊ YE’

Têkildarî mijarê pirsporê kar û barên Tirkiyê û Kurdan ê ji Misirê Muhsên Ewedallah got: “Bikaranîna çeteyên sûrî di şeran de an jî di şerê li dijî PKK`ê de ji aliyê Erdogan ve, ne tiştekî dûr e. Ew yek bi siyaseta Tirkiyê re li hev tê. Beriya vê jî rejîma Tirk ev mîlîs di dagirkirina bajarê Efrînê yê Kurdan de bi kar anîn, ev mîlîs hîna jî Efrînê dagir dikin û li dijî Kurdên wê sûcan pêk tînin.”

Ewedallah wiha dewam kir: “Ji lew re bikaranîna van mîlîsan di şerê li dijî hêzên PKK`ê de tiştekî nû nîn e, bi taybetî bi binkeftin û têkçûna artêşa Tirk di şerê li dijî PKK`ê de çi li Garê yan di şerên dawîn de. Bi wê yekê ev ji bo rejîma Tirk ne tiştekî nû ye.”

‘DÊ BIBIN AMÛRÊN ŞEREKÎ BINKEFTÎ’

Ewedallah got: “Lê belê gelo pêkan e ku ew mîlîs di şerê artêşa Tirk û PKK`ê de guhertinekê çêkin? Ez bawer im ku dê aloziyê dirêjtir bikin û dê bibin amûrê şerekî binkeftî. Dê nekarin tu serkeftinan bi artêşa Tirk bidin qezenckirin. Heke em bi şerê Efrînê re hevrû bikin, artêşa Tirk tevî çeteyên xwe heta 58 rojan nekarî li hemberî Yekîneyên Parastina Gel bisekinin û Efrînê dagir bikin. Ji lew re, tu cudabûn di navbera yekîneyên parastinê û hêzên gerîla de nîn e, her wiha hêzên gerîla ji ber ku li çiya dijîn, zêdetir hatine perwerdekirin û pisportir in. Ew xwezaya çiyayî ji bo şerê bê wê ji bo hêzên PKK`ê baş be û dê kuştiyên çeteyan û artêşa Tirk zêdetir bin.”

‘ALTERNATÎFEKE ERZAN A KUŞTIYÊN ARTÊŞA TIRK IN’

Ewedallah li ser armancên dewleta Tirk ji bikaranîna çeteyan diyar kir ku armanca dewleta Tirk kêmkirina windahiyên xwe ye û wiha domand: “Ew dizane ku di her şerekî li dijî PKK`ê de dê hejmara qurbaniyên wê zêde bibe. Lewma bi nêzîkbûna hilbijartinan re û dubarebûna têkçûnên artêşa Tirk di şerê PKK`ê de, Erdogan hewl dide alternatîfeke erzan peyda bike da ku hejmara kuştiyên xwe kêm bike di şerekî de ku xuya ye dê PKK serkeftî be.”

(cx)

ANHA