Hesen Misto: Sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan di tu qanûnan de tune ye

Hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê şaxê Serêkaniyê diyar kir ku desthilatdarên Tirk bi sûcên xwe yên li dijî rêber Abdullah Ocalan û ferzkirina tecrîdê, qanûnên navneteweyî binpê dike.

Hesen Misto: Sûcên dewleta Tirk ên li dijî rêber Ocalan di tu qanûnan de tune ye
14 gulan, 2021   23:34
HESEKÊ

Hikumeta Tirk ji 15`ê Sibata 1999`an ve siyasetên hovane li dijî rêber Abdullah Ocalan pêk tîne, tecrîdeke giran lê ferz dike, hevdîtinên wî bi parêzer û malbatê re qedexe dike.

Gelek şênî, siyasetmedar û çalakvanên hiqûqî destnîşan dikin ku dewleta Tirk ji ferzkirina tecrîdê armanc dike ku wî ji gelê ku xwedî li fikirên wî derketine, dûr bixe. Her wiha naxwaze bûyerên ku li civaka navneteweyî û dewletên cîhanê rû didin, bigihêjin rêber Abdullah Ocalan.

Li ser asta qanûnî, ev siyasetên hikumeta Tirk di çarçoveya binpêkirina lihevkirinên Cinêv, Danezana Cîhanê ya Mafên Mirovan a sala 1948`an û mafên siyasî û aborî yên sala 1966`an de pêk tên.

Di vî warî de hevserokê Yekitiya Parêzeran a Kantona Cizîrê şaxê Serêkaniyê Hesen Misot got: “Di hemû qanûnên cîhanê de girtî xwedî maf in. Heta qanûnên Tirkiyê vê yekê erê dikin û nabe tecrîd li ser girtiyan were ferzkirin.”

Misto diyar kir ku qonaxên destpêkê yên her dozekê beriya girtina biryarê anku di qonaxên lêpirsînê de dibe ku di rewşên îstîsna de hevdîtin bê qedexekirin, lê nabe hevdîtinên bi malbatê û bi taybet bi parêzeran re were qedexekirin û got: “Ji ber ku hevdîtin ji mafên giriyan e.”

Her wiha Misto teqez kir ku desthilatên Tirkiyê doza rêber Abdullah Ocalan dozeke cezayî bi nav dike ne ku dozeke siyasî ye û destnîşan kir ku doza rêber Abdullah Ocalan ne doza kesekî ye lê belê doza gelê Kurd ê bindest e ku ji sedan salan ve ji mafên xwe bê par hatiye hiştin.

Misto wiha domand: “Ji aliyê qanûnî ve, ev sûc û tecrîd di tu qanûnên herêmî yan jî navneteweyî û heta yên Tirkiyê de tune ye. Çewisandina mafên gelê Kurd tê armanckirin.”

Misto diyar kir ku rêber Abdullah Ocalan nûnertiya doza Kurd dike, biryara li dijî wî, biryara li dijî gelên herêmê bi giştî û gelê Kurd e. Ew ji vê biryarê armanc dikin ku nehêlin fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bigihêjin gelan ku banga belavkirina azadiyê, biratiya gelan û jiyana hevbeş dike.

‘DIVÊ CPT ERKA XWE YA QANÛNÎ PÊK BÎNE’

Ruxmî ku Komîteya Têkoşîna li dijî Îşkenceyê ya Ewropayê raporek girêdayî binpêkirinên li dijî rêber Abdullah Ocalan tên kirin belav kir, lê desthilatdarên Tirkiyê tecrîdê girantir kir û gavên neyînî avêtin.

Misto di dawiyê de bang li CPT`yê kir ku bi erka xwe ya qanûnî û exlaqî ya li hemberî tecrîdê û bêdengiya civaka navneteweyî ya li hemberî sûcên desthilatên dewleta Tirk rabe.

(şx)

ANHA