Meşayix: Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hedefgirtina neteweya Kurd e

Mistefa Meşayix diyar kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê tunekirina neteweya Kurd e û got “Heke yekitiyeke neteweyî ya kurdî yan jî lêvegereke siyasî neyê avakirin, dê sûcên deweleta Tirk berdewam bibin.”

Meşayix: Êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê hedefgirtina neteweya Kurd e
15 gulan, 2021   00:38
QAMIŞLO - SÎMA BIROKÊ

Di 23`yê Nîsanê de dewleta Tirk a dagirker êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kir. Dewleta Tirk a dagirker her ku diçe êrişên xwe li dijî Başûrê Kurdistanê berfirehtir dike.

Têkildarî mijarê, cîgirê sekreterê Partiya Yekitiya Demokrat a Kurd li Sûriyê (P.Y.D.K.S) Mistefa Meşayix ji ajansa me re axivî.

Mistefa Meşayix diyar kir ku her ku gelê Kurd aliyê dîplomatîk de dixwaze bikeve tevgerê, anku dema wekî şande dixwaze serdana dewleteke din bike, dewleta Tirk a dagirker têkiliyên xwe bi heman dewletê re xurt dike û ji wê dewletê re dide xuyakirin ku nabe pêşwaziya şandeya kurdî bike û got: "Bi vî rengî rê nade ku gelê Kurd sûdê wergire."

Meşayix wiha domand: "Ev yek du caran bi me re çêbû, wê demê ji bo çareserkirina pirsgirêka Sûriyê, her wiha ji bo erêkirina li ser Rêveberiya Xweser me dît dewleta Tirk destwerdan kir da ku gelê Kurd ji sûdgirtinê dûr bixe.”

‘DEWLETA TIRK KIRYARÊN XWE BÊ NAVBER DIDOMÎNE’

Meşayix da xuyakirin ku ji aliyê leşkerî ve dewleta Tirk a dagirker bi hemû awayan hewl dide dijminatiya gelê Kurd bike û wiha dewam kir: "Me ev yek li Rojavayê Kurdistanê dît, heta niha jî ranaweste û binpêkirinên derexlaqî dike."

Meşayix da zanîn ku mebesta dewleta Tirk a dagirker ji êrişan ew e tunekirina gelê Kurd e, her wiha bicihkirina kesên biyanî li şûna wan anku guhertineke demografiyê ye û wiha nirxandina xwe dewam kir: "Hetanî vê rojê ev siyaset dewam dikin, gihaştiye asta ku ava çemê Firatê li ser gel qut bike. Bi qutkirina avê dixwaze bandorê li çandinî û sewaldariya herêmê bike û pê re milet jî penaber bike."

Meşayix wiha dewam kir: "Dewleta Tirk di bin bihaneya hebûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) êrişî dike, lê êrişên xwe dibe ser gundên herêmê û cotkaran hedef digire. Ev yek dihêle cotkarên herêmê dev ji erdên xwe berdin û derkevin."

Meşayix diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker di êrişên xwe yên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê de her carê navekî li xwe dike, lê têk diçe ji ber vê yekê çekê kîmyewî bi kar tîne û wiha domand: "Diyar dibe armanca xwe herêmên kurdî ne û tunekirina neteweya Kurd e. Her wiha dixwaze bigihêje gelek deveran di Rojhilata Navîn de û Mîsaqî Millî pêk bîne, ev yek jî bi bêdengiya civaka navdewletî çêdibe."

Mistefa Meşayix da zanîn ku sedema nerawestandina êriş û kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî gelê Kurd vedigere neyekbûna nêrîn û helwesta aliyên kurdî û wiha got: “Heke yekitiyeke neteweyî kurdî yan lêvegereke siyasî neyê avakirin, dê kiryarên dewleta Tirk berdewam bin. Her kes dizane êrişa li ser hikumeta Başûr û Rêveberiya Rojavayê Kurdistanê, tê wateya ku dewleta Tirk avakirina rêveberiyeke kurdî red dike."

Meşayix destnîşan kir ku divê zext li Rûsya û Amerîkayê bê kirina ji ber ku siyaseta dewleta Tirk li her çar parçeyê Kurdistanê zirarê digihîne gelê Kurd û wiha berdewam kir: "Divê hikumeta Bexdayê êrişên dewleta Tirk li ser herêma Başûr rawestîne, ji ber ku herêma Kurdistanê beşek ji Bexdayê ye, lê Bexda û Yekitiya Ereban jî bê deng in."

Mistefa Meşayix di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser pêwîstiya bi avakirina kongreyeke neteweyî li ser asta her çar parçeyên Kurdistanê û avakirina lêvegerkeke siyasî û wiha got: "Divê gelê Kurd ji ber kiryarên dewleta Tirk hişyar be. Divê hevkariyeke siyasî û leşkerî di navbera Başûr û Rojava de çêbe."

ANHA