​​​​​​​Şêniyan bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li hemberî êrişan rexne kir

Şêniyên navçeya Zirganê bêdengiya hikumetên Hewlêr û Bexdayê ya li hemberî êrişên li dijî Herêmên Medyayê rexne kir û got “Dewleta Tirk bi êrişan dagirkeriyê armanc dike û gefan li hebûna Kurdan dixwe.”

​​​​​​​Şêniyan bêdengiya hikumetên Bexda û Hewlêrê ya li hemberî êrişan rexne kir
15 gulan, 2021   04:09
HESEKÊ- BOTAN HISÊN

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve êrişên bejahî û hewayî li dijî herêmên Zap, Metîna û Avaşîn ên Başûrê Kurdistanê pêk tîne. Di êrişan de hemû cureyên çekan û çekên qedexekirî hatin bikaranîn.

Gelê li seranserê Kurdistanê li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk bertek nîşan da. Kurdistaniyan êriş wek xetereya ku gefan li hebûna wan dixe, hesiband.

Şêniyên navçeya Zirgan a girêdayî kantona Hesekê êrişên dewleta Tirk ên domdar red kirin û wekî hewldana parçekirina xaka Kurdistanê bi nav kirin.

Bawer Ebdo yê ji Zirganê êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kir û got: “Êrişên li dijî herêmên Avaşîn, Metîna û Zap tevahî gelê Kurd dikin hedef û gefan li hebûna wan dixwin.”

Ebdo daxuyand ku armanca dagirkeriya Tirk dagirkirina wan herêman e û wiha lê zêde kir: “Dagirkeriya Tirk bi bihaneya hebûna PKK`ê êrişî Başûrê Kurdistanê dike. Ev îdia ne rast in, armanca dewleta Tirk tenê dagirkerî ye.”

Bawer Ebdo bal kişand ser dagirkirina herêmên ji Rojava û got hevbendiyeke herêmî ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê jî heye. Ebdo got hêza Başûrê Kurdistanê tune ye ku li hemberî dewleta Tirk bisekine.

‘DESTWERDANEKE NEREWA’

Taha Îso jî diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ne nû ne, beriya wê jî êrişî Garê û Heftanînê kiribû û wiha domand: “Niha jî êrişî Zap, Metîna û Avaşînê dike. Êriş destwerdaneke ne rewa ne.”

Îso da zanîn ku dewleta Tirk hewl dide herêmên Kurdan parçe bike û bi rêya avakirina baregehên leşkerî li xaka Başûrê Kurdistanê dixwaze hebûna xwe mayînde bike.

Îso bêdengiya hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê rexne kir û got: “Bêdengiya wan nîşan dide ku wan êrişên dagirkeriya Tirk li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê erê kirine.”

‘BÊDENGÎ ERÊKIRIN E’

Îbrahîm Hec Umer ku Koçberekî Serêkaniyê ya dagirkirî ye jî wiha got: “Armanca dewleta Tirk dagirkerî û guhertina demografiya parçeyên Kurdistanê ye. Me ew yek li Serêkaniyê, Efîrnê û Girê Spî dît.”

Hec Umer bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikumeta Iraqê kir ku helwestên xwe ji êrişan diyar bikin û got: “Bêdengî tê wateya erêkirinê.”

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/j1m7dfmcTMg" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>