​​​​​​​Leşkerên Tirk kolberek birîndar kir

Li herêma sînor a Çaldêranê leşkerên Tirk êrişî komek kolberên Kurd kirin. Di êrişê de kolberek bi giran birîndar bû.

​​​​​​​Leşkerên Tirk kolberek birîndar kir
14 gulan, 2021   15:15
NAVENDA NÛÇEYAN 

Li gorî nûçeya Kolbernews’ê di 12’yê Gulanê de li ser sînorê di navbera Rojhilatê Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de, li herêma Çaldêranê leşkerên dewleta Tirk a dagirker gule li komek kolber reşandin. Di gulebaranê de kolbek giranî birîndar bû.

Li gorî heman çavkaniyê navê kolberê birîndarbûyî Hesen Elem Hulî ye.

Piştî birîndarbûnê rakirin nexweşxaneya bajarê Makoyê yê Rojhilatê Kurdistanê.