HDP : Berpirsê êrişa li ser navenda me ya gitşî hikumeta Tirk e

HDP`ê hikumeta Tirk ji êrişa duh êvarê li ser avahiya Navenda Giştî ya partiyê, berpirsiyar nîşan da.

HDP : Berpirsê êrişa li ser navenda me ya gitşî hikumeta Tirk e
14 gulan, 2021   12:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi daxuyaniyekê ragihand ku duh bi şev li dijî avahiya Navenda Giştî ya partiyê êriş hatiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Duh bi şev saet di 00:05'an de komek ji 3 êrişkaran ku hin derdoran rê li ber wan xistiye, êrişî avahiya Navenda Giştî ya partiyê kir. Weke ku ji dîmenê kamerayê tê fêhmkirin, polîsên ku li du nuqteyan ji bo parastina avahiya me wezîfedar in, li pêşiya êrişê nebûne asteng û bi êrişê re bûne alîkar. Êrişkar bi hêsanî di bin çavdêriya polîsan de êrişî avahiya partiya me kir û hîn jî nehatine destgîrkirin. Ev yek jî nîşan dide bê armanca êrişê çi ye û ji aliyê kê ve hatiye kirin."

Têkildarî berpirsyariya êrişê jî di daxuyaniyê de ev yek hat destnîşankirin: "Li gel qedexeya derketina derve, di roja yekemîn a Cejna Remezanê de ev êriş li dijî sêyemîn partiya herî mezin a Tirkiyê hate kirin. Beprirsyar jî desthialtdarî ye ku xwe ji tevliheviyê xwedî dike û her gavê partiya me dike hedef."