Şêniyên Til Hemîsê bi rêûresmeke taybet pêşwaziya cejna Remezanê dikin

Şêniyên gundê Saliha Xewatina yê Til Hemîsê di roja cejnê de xwarinan amade dikin û li mizgeftan datînin. Ev çand hezkirina di navbera şêniyên gund de nîşan dide.

Şêniyên Til Hemîsê bi rêûresmeke taybet pêşwaziya cejna Remezanê dikin
13 gulan, 2021   13:30
ŞİHAB EL-EHMED- QAMİŞLO

Şêniyên gundê Saliha Xewatina yê 5 km dikeve rojavayê navçeya Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê, çanda amadekirina xwarinan ji bo kesên li mizgefatan nimêj dikin ji bapîr û dabîrên xwe girtine. Şêniyên gund sibeha cejnên Remezan û Qurbanê xwarinan amade dikin û li mizgeftê datînin.

Her malbatek ji gund, xwarinên mîna (Goşt û birinc û merge û hwd..) amade dikin û li qada mizgefta gund datînin.

Gundê Salihiyê ji gundên herî kevnar ên Til Hemîsê ne ku niştecihên wê ji eşîra El-Ebû Hemada ya Ereb in.

Şêniyên gund di atmosfêreke ji hezkirin de û bi hev re di cejnên Remezan û Qurbanê de xwarinan amade dikin û li mizgeftê datînin.

Salih El-Xelef ê ji gund li ser mijarê got: "Ev çand li gund kevin e ku şêniyan ji bapîr û dabîran girtine. Malbatên li gund xwarinan amade dikin û li mizgeftê datînin, şênî piştî nimêja li mizgefê bi hev re dixwin."

El-Xelef cejna Remezanê li şêniyan pîroz kir.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/IM-LE1GHN9Q" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>