Mamoste û xwendekarên zimanê kurdî banga parastina zimên kir

Mamoste û xwendekarên Efrînê soz dan ku dê pêxistina zimanê kurdî bidomînin. Her wiha diyar kirin ku ziman hêmaneke girîng a nasnemeya çandî ya gelan e û pêwîstiya parastina zimên ji windakirinê destnîşan kirin.

Mamoste û xwendekarên zimanê kurdî banga parastina zimên kir
13 gulan, 2021   12:50
ŞEHBA - LÎNDA ŞÊX

Kongreya Nîştimanî ya Kurdistanê (KNK) sala 2006`an, 15`ê Gulanê wek Roja Zimanê Kurdî destnîşan kir.

Dîroka diyarkirina vê rojê vedigere weşandina çapa yekemîn a Kovara Hawar bi zimanê Kurdî ku di 15`ê Gulana 1932`yan de li paytexta Sûriyê Şamê hatibû belavkirin.

Mamoste û xwendekarên dibistana şehîd Hawar a li kantona Şehbayê, girîngiya parastina zimên û mafê her pêkhateyekê ku bi zimanê xwe fêr bibe, teqez kirin.

Mamosteya babeta erdnîgarî Sêvîn Ebdo destnîşan kir ku ew roja zimanê kurdî li hemû Kurdan pîroz dike û got: “Ev roj rojeke pîroz e ji ber bi armanca tunekirina wê, gelek êriş li dijî wê hatin kirin.”

Sêvîn wiha domand: “Em bi awayekî azad fêrî zimanê xwe dibin. Bi saya fedekariyên şehîdan û berxwedana wan, em gihaştin vê astê û zimanê me zindî ma. Ji lew re û ji bo parastina zimanê dayîkê em ê her tim şopdarên rêyên wan bin.”

Mamosteya zimanê kurdî Nura Hesen bal kişand ser girîngiya parastina zimên û got: “Ji mafê me ye ku em çand û zimanê xwe ji pişaftinê biparêzin.”

Nûra da zanîn ku perwerde û hemû babet bi zimanê kurdî têne dayîn û anî ziman ku êrişên ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên vîna wan a girêdana bi zimên ve zêde dike.

Xwendekara bi nav; Rozîn Dada destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanekî xweş e, ji mafê tevahî gelan e ku bi zimanê xwe fêr bibin û ji mafê Kurdan e ku bi zimanê xwe fêr bibin.

Rozîn teqez kir ku zimanê kurdî nasname û çanda her kurdekî ye.

Xwendekarê bi navê Luqman Ebdelo bang li tevahî xwendekarên kurd kir ku bi zimanê dayîkê ve werin girêdan. Luqman diyar kir ku ew hêvî dikin ku nifşa nû fêrbûna bi zimanê dayîkê bidomîne.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/OBL8pAjjrEs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>