Rewşenbîrên Helebê: Hebûna Kurdan di yekitiya wan de veşartî ye

Rewşenbîrên Helebê bang li hemû partiyên Kurd kir ku yekitiyê pêk bînin û xwedî li doza Kurd derkevin. Bi taybet li gel hewldanên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan. Rewşenbîran diyar kir ku bertekên şermûk ên hikumeta Başûrê Kurdistanê rê dide Tirkiyê ku sûcên dîtir li dijî Kurdan pêk bîne.

Rewşenbîrên Helebê: Hebûna Kurdan di yekitiya wan de veşartî ye
13 gulan, 2021   12:44
HELEB-HENEN MIHEMED

Ji 23`yê Nîsanê ve artêşa Tirk a dagirker ji aliyê bejahî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê Metîna, Zap û Avaşînê dike. Dixwaze pêş de biçe û wan herêman dagir bike. Li hemberî wê Hêzên Parastina Gel (HPG) destanên lehengiyê û berxwedanê li hemberî wan êrişan, nîşan didin.

Ji wan êrişan, niyeta dewleta Tirk a ji bo tunekirina Kurdan û her tevgereke rizgariyê ku banga edale û wekheviyê de dike, destnîşan kirin. Her wiha asta pêwîstiya bi yekitiya Kurd ji bo têkbirina xetereya Tirkiyê li ser herêmê xuya kir. Rewşenbîrên Helebê ev mijar teqez kir.

`Dewleta Tirk li ser aştiya cîhanî gef e`

Hevseroka Malbenda Çandê ya Helebê Leyla Xalid got: “Dewleta Tirk êdî li ser ewlehî û aştiya cîhanê xetere ye, bi taybet piştî ku li ser şopa pêşiyên xwe yên osmanî mudaxeleya Sûriyê, Lîbyayê, Qibrisê û gelek welatên Afrîkayê kir. Di ecamê de alozî li wan welatan derket û gihaşt heta ber deriyê dewletên rojavayî. Ji bo ku armancên xwe pêk bîne, gelan qir dike.“

Leyla Xalid hinek mînakên li ser destwerdan û dijmantiya dewleta Tirk ji dewletên cîran re û gelên herêmê bi taybet gelê Kurd bi bîr xistin û got: "Dewleta Tirk bêyî ku rêzê ji serdestiya dewletên cîran re bigire bi awayekî hovane êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Ava çemê Firatê qut dike ku di encamê de dê karesateke mirovî ji bo şênî û pêkhateyên hawiza Firatê re çêbibe. Bi wê re mîsaq û qanûnên navneteweyî bin pê dike."

Leyla Xalid bang li hêzên siyasî yên kurd li Başûrê Kurdistanê kir ku pêwîstî bi sekna li hember êrişên dewleta Tirk heye, ku gefê li kurdan li her deverê dixwe. Her wiha divê civîn û kongreyên nîştimanî yên berfireh ji bo nêzbûna kurd werin lidarxistin û yekitiya kurd di navbera hêzên siyasî de were ragihand.

Leyla Xalid da zanîn ku pêwîst e ku ji zimanê îxanetkirinê bê bidûrxistin, ji ber ku nakeve xizmeta doza gelê Kurd, lê berovajî wê jevkirin û belavkirinê zêde dike û dikeve xizmeta dijmin.

Leyla Xalid diyar kir ku dewleta Tirk bi hemû hêza xwe hewl dide fîtneyan di navbera hêzên Kurd de çêke û jevkirinê zêde bike û li ser pransîba ji hev bike û bi rê ve bibe dimeşe, da ku dagirkirina Kurdistanê hêsan bike. Dê yekitiya Kurd tevahî hêviyên Osmaniyan û berjewendiyên wan ên dagirkirina herêmê têk bibe.

Leyla Xalid bang li tevahî hêzên siyasî yên Kurd kir ku li dora doza Kurd û hebûna gelê Kurd a ku dewleta Tirk hewl dide bi rêya penaberkirin û dabeşkirinê wê qir bike, bicivin û wiha got: "Ev erkeke nîştimanî ye û li ser her kurdekî/ê ferzek e û divê tevahî hêzên siyasî û leşkerî xewna şehîdan a rizgarkirina Kurdistanê pêk bînin."

‛LI HER DEVERA KU KURD LÊ HENE TIRKIYÊ DIJMIN E Û BÊDENGÎ DIHÊLE SÛCAN LI DIJÎ KURDAN ZÊDE BIKE’

Li aliyekî din, endamê Malbenda Çandê ya Helebê Ridwan Agirî da zanîn ku armanca dewleta Tirk ne tenê şikandina vîna Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye, lê belê hewl dide vîna gelê Kurd bişikîne û destkeftiyên wan têk bibe. nîşaneya vê jî, êrişên bênavber ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, pêkanîna bi dehan komkujî û sûcan li herêmên ku li Başûrê û Rojhilatê Sûriyê, mîna Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî dagir kirine.

Agirî wiha got: "Sûcên ku rojane li herêmên dagirkirî mîna Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve pêk tên, ji dizîn, talankirin û guhartina demografiyê, wêrankirina cihên şûnwarî îsbat dikin ku dewleta Tirk hebûna gelê Kurd qebûl nake. Her wiha bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê li hember êrişên dewleta Tirk şermok in û li pêş artêşa Tirk a dagirker derî vedike ku êrişên berfireh li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk bîne û sûcên li dijî gelê Kurd zêde bike."

‛HEBÛNA KURD DI YEKITIYÊ DE YE’

Agirî wiha gotina xwe berdewam kir: "Ev pêvajoyeke nazik e û pêdivî bi yekitiya di navbera tevahî partî û aliyên Kurd de heye, da ku xewnên delweta Tirk ên tunekirina Kurd, îmhakirina dîrok û çanda wan û derbekirina destkeftiyên wan, têk bibin.

Agirî destnîşan kir ku dewleta Tirk hewl da çi projeyeke rizgarî ya demokrasî li herêmê derbe bike, ji lew re divê li hember van hewldanên dagirkeriyê yekitî ava bibe, li dora doza kurd ku êdî erka her kurdekî/ê ye, bicivin.

 (مـ)

ANHA