​​​​​​​Li Reqayê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin

Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê da zanîn ku ji bo pêkanîna ewlehiyê li bajêr wan bi hevkariya Trafîkê û Şaredariya Gel a Reqayê, tedbîrên nû girtine û bang li şêniyan kir ku heke kes an karekî bi guman dîtin, yekser agahiyên bidin aliyên têkildar.

​​​​​​​Li Reqayê tedbîrên ewlehiyê hatin zêdekirin
12 gulan, 2021   13:13
REQA - EHMED EL-ELÎ

Hêzên Ewlekariya Hundirîn di hemû rewşan de û bi taybetî di cejnan de berpirsyariya parastina ewlehiya welatiyan digirin ser milê xwe. Gelek caran di cejnan de sûk dibin navendên hedefgirtina sivîlan.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji bo pêkanîna aramiyê li bajêr li gel qerebalixa zêde ya li sûkan ku şênî pêwîstiyên cejnê dikirin, her wiha ji bo parastina ewlehiya welatiyan û rêgirtina li binpêkirinan gelek tedbîrên ewlehiyê digire.

Şêniyên bajarê Reqayê teqez kir ku piştgiriyê didin tedbîrên ewlehiyê yên Hêzên Ewlekariya Hundirîn, nexasim li gel qerebalix û tevgera zêde. Şênî dibêjin ku ew bi rihetî derdikevin û pêwîstiyên xwe dikirin.

Têkildarî tedbîrên ewlehiyê û xweparastinê yên ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatine girtin û birêxistinkririna tevgera sûkan beriya cejnê û di her sê rojên cejnê de, endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Emar El-Ebo ji ANHA`yê re axivî.

El-Ebo got: “Ji bo kêmkirina qerebalixê û birêxistinkirina çûn û hatina sivîlan, dewriyeyên hevbeş tevî Şaredariya Gel û Trafîkê hatin meşandin. Bi koordîneya bi Şaredariya Gel a Reqayê re hin kolanên sereke li pêş erebeyan hatin girtin da ku tevgera şêniyan bê hêsankirin.”

El-Ebo daxuyand ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn gelek bendên kontrolê, kamerayên çavdêriyê û bi taybetî li çerxerêyên li bajêr danîne, da ku çek bi hemû cureyên wê bên kontrolkirin, pirsgirêk dernekevin û aramî pêk bê.”

El-Ebo teqez kir ku wan ji bo pêkanîna aramiyê û rêgirtina li tevliheviyê bi Hêzên Sûriya Demokratîk re koordîne kirine, da ku erebeyên ku qerebalixê zêde dikin û tevgera şêniyan astend dikin, nekevin nava sûkan.

Her wiha destnîşan kir ku dê di dema cejnê de jî tedbîr bên girtin, dewriyeyên ewlehiyê li seranaserê bajêr bên meşandin, da ku kombûnên şêniyan li parkên giştî bên parastin û rê li bûyerên ku zirarê digihînin gel, bê girtin.

Endamê rêveberiya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Reqayê Emar El-Ebo bang li şêniyan kir ku heke kesek an tevgereke biguman dîtin, yekser agahiyê bidin aliyên ewlehiyê yên têkildarî parastina ewlehiyê û li hejmarên di broşuran de an li ser ekranên li kolanan hatine belavkirin, bigerin.

(cx)

ANHA