MSD: Em bi hêvî ne ev cejin bibe dawiya êş, azar û wêraniya li Sûriyê

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Cejna Remezanê li tevahî muslimanên li Sûriyê û cîhanê pîroz kir û hêvî kir ku ev cejin bibe dawiya êş û azaran.

MSD: Em bi hêvî ne ev cejin bibe dawiya êş, azar û wêraniya li Sûriyê
12 gulan, 2021   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

MSD'ê bi boneya Cejina Remezanê, peyamek da.

Di peyama MSD`ê de hate gotin:

"Cejna Remezanê li muslimanên Sûriyê û tevahî cîhanê û malbatên şehîdan pîroz be, her wiha em di jiyan û azadiya xwe de, deyndarê şehîdên xwe ne ku wê heta hetayê, cihê serbilindiya me bin.

Her wiha em cejnê bi taybet li keç û xortên di nava Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) û Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên ku bi şev û roj parastina herêmê, jiyana asayî û mal û milkên sivîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin, pîroz dikin.

Em ji Xwedayê mezin dixwazin ku rojiya hemû muslimanan û îbadeta wan qebûl bike. Her wiha hatina vê cejnê bibe dawiya hemû êş û zaran û dawîbûna wêraniyê û deriyên aramî û aştiyê li welatê me yê hêja, Sûriyayê vebike."

(dm)

ANHA