PYD'ê cejna Remezanê pîroz kir

PYD`ê bi peyamekê cejna Remezanê pîroz kir û got “Em hêvîdar in ku dê li tevahî deverên Sûriyê şer raweste û gelên koçberbûyî vegerin warên xwe.”

PYD'ê cejna Remezanê pîroz kir
12 gulan, 2021   11:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Giştî ya PYD'ê îro peyama pîrozbahiya cejna Remezanê weşand.

Di peyama pîrozbahiyê de hate gotin: “Bi hatina cejna Remezanê ya pîroz re em wek Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) cejna gelê Sûriyê bi giştî û tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz dikin.”

PYD'ê hêvî kir ku her deverekê li Sûriyê şer, wêrankirin, binpêkirina mafan û dagirkirina axan were sekinandin û tevahî gelên koçberkirî vegerin axa xwe û dagirkirina Tirkiyê li ser axa Sûriyê bi dawî bibe.

(dx)

ANHA