Gerînendeyê beşa hawîrdorê ya Tebqayê: Ava çemê Firatê qirêj bûye

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê li paş bendavên xwe girt, li gelek beşên çemê Firatê av qirêj bûye. Ev yek li ser tenduristiya şêniyên herêmê û zindiyan metirsiyekê çêdike.

Gerînendeyê beşa hawîrdorê ya Tebqayê: Ava çemê Firatê qirêj bûye
12 gulan, 2021   12:20
TEBQA

Piştî ku dewleta Tirk a dagirker herikîna ava çemê Firatê qut kir, çem veguheriye rûbarên biçûk ku ji aliyê mirovan ve nayê bikaranîn. Bi vê yekê nîşaneyên qirêjbûna avê li beravên wê yên meyî xuya dibin.

Di çend hefteyên borî de nîşaneyên qirêjbûna ava çemê ji ber qutkirina avê, ji her kesî re diyar dibin.

Gerînendeyê Beşa Hawrîdorê ya Komîteya Şaredariyan a Tebqayê Cemal Ebdullatîf got: “Ji ber kêmbûna rêjeya avê, gelek madeyên kîmyawî di nava avê de derketin. Di nimûneyên avê de ku di labratoran de hatine testkirin, zêbeq, nîtrojen û fosfor hebûn û gelek semadên çandiniyê yên ku ji nava zeviyên herikîne ava çemê, derketin.”

Ebdullatîf pêşniyar kir ku divê ava kanalên avdanê neherikin çemê, ji ber ku madeyên di van kenalan de zirarê digihîne ava çemê.

Her wiha Ebdullatîf bang kir ku divê dewleta Tirk ava çemê mîna berê biherikîne ji ber ku ew çareseriya yekane ye ku nîşaneyên qirêjbûnê bi dawî dike û herêmê ji keraseteke muhtemel diparêze.

(şx)

ANHA