Koçberên Idlibê hêvî kir ku dagirkerî bi dawî bibe û cejnê li warên xwe derbas bikin

Îsal cejna Remezanê di ser koçberên li kampa Ebû Qebîi ya li Reqayê de bêyî rêûresman derbas dibe, li gel wê jî hêviyên koçberan a vegera li malên xwe yên li Idliba ku dewleta Tirk û çeteyên wê dagir kiriye, hene.

Koçberên Idlibê hêvî kir ku dagirkerî bi dawî bibe û cejnê li warên xwe derbas bikin
Koçberên Idlibê hêvî kir ku dagirkerî bi dawî bibe û cejnê li warên xwe derbas bikin
12 gulan, 2021   09:02
REQA-EHMED EL-ESAF

"Ka cejn û ka Remezan û bi hezaran sûrî hîn jî li kampan dimînin." Bi vê gotinê koçberên ji Idlibê yên li kampa Ebû Qibîi ya başûrê rojavayê Reqayê dimînin bersiva pirsên li ser cejnê da.

Ji nûçegihanê me re wiha bersiva pirsên li ser cejnê da û gotin "Bi sedema buhabûnê, cejna bi zehmetî di ser me re derbas dibe. Ji nêzî 5 salan ve em ji xaka xwe bi dûr in. Em hêvî dikin ku her koçber û penaberek li mala xwe vegere û aloziya Sûriyê çareser bibe."

ꞌRÊÛRESMÊN CEJNÊ TUNE NEꞌ

Mensûr El-Elî yek ji koçberên bajarê Idlibê ye axivî û got: "Em ji herêmên xwe koçber bûne û ji beriya 5 salan ve hatin vê kampê, lê hêvîdar im ku em vegerin malên xwe."

Mensûr El-Elî di berdewama gotina xwe de ev nirxandin kir: "Piraniya rêrûresmên cejnê û meha Remezanê ku me li malên xwe amadekariyên hatina wê dikirin, niha tune ne, ji ber ku em li kampan in û rewşa debarê zehmet e."

ꞌGER TU NE LI ERD Û MALA XWE BÎ JIYANA TE ZEHMET Eꞌ

Koçberê ji gundewarê başûrê Idlibê Mihemed Hesyan wiha axivî: "Em dikarin bibêjin ku me her tişt ji bîr kiriye, cejn û Remezan û her tiştên xweş jî, ger tu li ser erd û mala xwe bî tiştekî kêm di  jiyana mirov de heye û tu kêfxweşiyên mirov temam nabin."

Mihemed Hesyan axaftina xwe bi van agahiyan berdewam kir: "Îsal tu girîngiya bi cejnê yan jî meha Remezanê tune bû. Ji ber ku hin mijarên ji rêûresmên Remezanê û cejnê girîngtir hene."

Li kampa Ebû Qebîi zêdetirî hezar û 500 kes hene ku ji herêmên bi navên"Cebhet El-Nusra" û hikumeta Şamê dagir kirine yên li Idlibê û gundewarê Helebê û Şamê koçber bûne.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Nvy8Dj0c6ME" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>