Îsraîl dê 5 hezar leşkerên din bîne eniyên Xezayê

Bi gurbûna şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Beni Gantz li ser anîna 5 hezar leşkerên din ji bo artêşa Îsraîlê, erê kir.

Îsraîl dê 5 hezar leşkerên din bîne eniyên Xezayê
11 gulan, 2021   12:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî rojnameyeke Îsraîlê, wezîrê parastinê yê Îsraîlê Beni Gantz li ser anîna 5 hezar leşkerên din ji bo fermandariya başûr, fermandariya eniya hundirîn û beşa operasyonan a artêşa Îsraîlê erê kir. Ev yek li gel gurbûna şerê di navbera komên Filistînê yên Xezayê û artêşa Îsraîlê de pêk tê.

Nivîsgeha Gantz got dê 5 hezar leşkerên din cihê xwe di yekîneyên fermandariya başûr, fermandariya eniya hundirîn û gerînendetiya operasyonan de bigirin.

Li gorî nivîsgehê, anîna leşkeran ne yekser e lê belê dê di demeke kin de pêk were.

(cx)