Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de: Sûcên dewleta Tirk rawestînin

Saziyên Civaka Sivîl a herêma Tebqayê bi boneya salvegera 4`emîn a rizgarkirina Tebqayê daxuyaniyek da, tê de banga rawestandina sûcên dewleta Tirk li dijî gelê Sûriyê kir.

Di salvegera rizgarkirina Tebqayê de: Sûcên dewleta Tirk rawestînin
11 gulan, 2021   11:35
 TEBQA

Daxuyanî li pêşiya navneda Saziyên Civaka Sivîl a li Tebqayê hate dayîn û ji aliyê endamê rêveberiya Saziyên Civaka Sivîl Mîlad Farias ve hate xwendin. Hejmarek endamên yekitiyên girêdayî Saziyên Civaka Sivîl beşdarê bûn.

Di destpêka daxuyaniyê de rizgarkirina Tebqayê li gelê wê û hemû gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê hate pîrozkirin û wiha hate gotin: “Tebqa bi saya fedekariyên hêzên me, hêzên Sûriya Demokratîk hate rizgarkirin. Şervanên me ji bo rakirina tariyê ji ser bajêr ku hêzên piştbiriya xwe ji faşîzma Tirk digirin li bajêr sewer kiribûn, tiştên giranbiha feda kirin.”

Her wiha bang li civaka navneteweyî hate kirin ku dewleta Tirk neçarî pêkanîna qanûna navneteweyî bikin û zextê lê bikin da ku şerê xwe li dijî gelê Sûriyê rawestîne, para gel ji ava çemê Firatê li gorî peymanên hatine îmzekirin berde.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/qtLPHlCYSuQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>