Rûsyayê bi dijwarî çolistana Sûriyê bobmebaran kir

Balafirên şer ên Rûsyayê li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêdetirî 45 êriş pêk anîn, di encamê de herî kêm 6 çete hatin kuştin.

Rûsyayê bi dijwarî çolistana Sûriyê bobmebaran kir
11 gulan, 2021   11:18
 NAVENDA NÛÇEYAN

Balafirên şer ên Rûsyayê di saetên borî de li dijî herêmên bicihbûna çeteyên DAIŞ`ê li çolistana Sûriyê zêdetirî 45 êrişên hewayî pêk anîn.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, di êrişan de herî kêm 6 çeteyên DAIŞ`ê hatin kuştin.

Êriş li dijî şikeftên li herêma Cebel El-Beşerî ya li ser sînorê îdarî di navbera Reqa-Dêrazorê û gundewarê rohilatê Hemayê de û deverên li çola El-Sexnê ya li rojhilatê Humisê, ku tê texmînkirin çeteyên DAIŞ`ê xwe lê veşartine her wiha li dijî wesayîtên girêdayî çeteyan, pêk hatin.

SOHR`ê duh sibehê ragihandibû ku li herêma Cebel El-Emûr ê li rojavayê herêma El-Sexnê du mayîn bi hêzên hikumeta Şamê ve teqiyane û di encamê de 7 leşkerên hikumetê hatine kuştin û 18 leşker birîndar bûne.

Tevî êrişên hewayî yên dijwar ên Rûsyayî jî, lê belê hêzên hikumeta Şamê û komên ser bi wê ve hîna jî nikarin çeteyên DAIŞ`ê ku êrişî hêzên hikumetê dikin û zirarên mezin digihînin wan, bi dawî bikin.

(cx)