Di roja 3`an a operasyona QSD`ê de: Nuqteyên çeteyan hatin rûxandin

Çavkaniyekî leşkerî yê QSD`ê got şervanên wan di roja 3`yemîn a operasyona ewlehî de li geliyê El-Ecîc gelek cihên veşartina DAIŞ`ê rûxandin, her wiha rê û tunelên ku çeteyan ji bo veşartinê û qaçaxkirina çekan bi kar dianîn, dîtin.

Di roja 3`an a operasyona QSD`ê de: Nuqteyên çeteyan hatin rûxandin
11 gulan, 2021   10:09
DÊRAZOR

Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) yekşema borî li gundewarê bakur û bakurê rojhilatê Dêrazorê operasyoneke ewlehiyê û leşkerî ya berfireh dabû destpêkirin. Operasyon bi armanca têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ`ê ku li herêma geliyê El-Ecîc û li hemberî sînorê Sûriye-Iraqê bi tevger bûbû, hate destpêkirin.

Nûçegihanê me ji herêmê ku agahiyên xwe spart çavkaniyekî leşkerî yê beşdarî operasyonê bûye, ragihand ku Hêzên Sûriya Demokratîk di 72 saetên dawîn de gelek rêyên ku çeteyên DAIŞ`ê ji bo derbaskirina çeteyan û çekan bi kar dianîn, dîtine.

Li gorî heman çavkanî, Hêzên Koalsîyona Navneteweyî bi dehan xendekên ku nû hatine kolandin, bimoşekên ji erebeyan û balafirên bêpîlot ên beşdarî operasyonê bûne hedef girtin û rûxnadin.

Berdevkê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî bi rêya telefonê ji ANHA`yê re teqez kiribû ku di du rojên destpêkê yên operasyona ewlehiyê li bakur û rojhilatê Dêrazorê de, planên ku şaneyan hewl dida li herêmê pêk bînin, têk birine û wiha gotibû: “Piştî ku şane li herêma çolistanê çalak bûbûn, Operasyon di çarçoveya têkoşîna li dijî şaneyên DAIŞ`ê de hat destpêkirin.”

(cx)

ANHA