Îranê deriyê bernamzetiya hilbijartinên serokatiyê vekir

Îro Îranê derî li pêşkêşkirina daxwazên bernameztiya hibijartinên serokatiya komarê vekir. Tê payîn ku heta 18`ê Hezîrana dewam bike.

Îranê deriyê bernamzetiya hilbijartinên serokatiyê vekir
11 gulan, 2021   10:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Li paytexta Îran, Tehranê qeydkirina navên bernamzetên ji bo hibijartinên serokatiya komarê dest pê kir. Qeydkirina navan dê heta şemiyê dewam bike, tê payîn ku hilbijartin 18`ê Hezîrana vê salê werin lidarxistin.

Rûhanî duh şertên namzetiyê yên ku meclisa paratina destûrê ragihandine, red kiribû. Wezîrê Karên Hundirîn Ebulrîda Rehmanî Fedlî teqez kiribû ku guhertinên di qanûnê de divê ji parlamantoyê derkevin.

(cx)