Dewleta Tirk wekî her sal li Kobanê zeviyên welatiyan dişewitîne

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li rojavayê bajarê Kobanê herî kêm 100 donim erdên ku bi genim û ceh hatine çandin, şewitandin.

Dewleta Tirk wekî her sal li Kobanê zeviyên welatiyan dişewitîne
11 gulan, 2021   09:53
KOBANÊ

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê zeviyên çandiniyê ji taxa Cerablus a rojavayê Firatê ya ku ji 2016'an ve di bin dagirkeriya Tirkiyê de ye, kirin armanc.

Nûçegihanê me ragihand ku çeteyan zeviyên li derdora bajarokê Şêxler(Şiyûx) yê li rex rojhilatê çemê Firatê bi guleyan kirin armanc û di encamê de agir bi zeviyên welatiyan ket.

Şewitandina hilberînên çandiniyê ji hêla dewleta Tirk û çeteyên wê ve, her sal bi hatina mewsima çandiniyê ve, pêk tê.

(dx)

ANHA