Kesên nenas sivîlekî Dêrazorê kuştin

Vê sibehê kesên nenas bi ser mala sivîlekî ji şêniyên rojavayê Dêrazorê de girtin û ew kuştin. Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Dêrazorê têkildarî bûyerê dest bi lêkolîn û lêpirsînê kiriye.

Kesên nenas sivîlekî Dêrazorê kuştin
11 gulan, 2021   09:52
DÊRAZOR

Nûçegihanê me li gorî hin şahidan ragihand ku nêzî saet 4:00`ê vê sibehê kesên nenas bi ser mala Xelîl El-Esmer a li bajarokê El-Hîsan a rojavayê Dêrazorê de girtin û ew kuştin.

Şahîdên bûyerê gotin ku kesên nenas gelek gule li Xelîl reşandin û berî ku şênî destwerdanê bikin, yekser jiyana xwe ji dest da.

Çavkaniyekî ewlehiyê yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn têkildarî kesê hatiye kuştin ev agahî da: “Xelîl El-Esmer beriya du salan ji bajarokê Xeşam ku di bin serweriya çeteyên Dîfaa El-Wetenî û hêzên hikumeta Şamê de bû, koçberî herêmên Rêveberiya Xweser bû û li bajarokê El-Hîsan bi cih bû.”

Heman çavkanî teqez kir ku lêkolîn û Lêpirsîna der barê bûyerê de, berdewam e.

(dm)

ANHA