Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir

Şêniyên bajarê Tebqa û Reqa ji bo şermezarkirina êrişên artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û piştgiriya berxwedana gerîla, şevê din meşek bi mişeleyan lidar xist.

Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir
Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir
Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir
Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir
Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir
Ciwanên Tebqa û Reqayê berxwedana gerîla ya dijî dagirkeran silav kir
11 gulan, 2021   08:54
TEBQA

Meş ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê û Yekitiya Jinên Ciwan şevê din li her du bajaran hate lidarxistin. Bi sedan şênî tev li meşê bûn. Di meşê de mişele hatin rakirin û dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla li Herêmên Parastinê yên Medyayê, hatin berzkirin.

Meşa li Reqayê ji çerxerêya Sewami ber bi çerxerêya Hizme ve çû û li wir veguherî mitîngê. Di mitîngê de ji rêveberên Yekitiya Jinên Ciwan a Reqayê Nesrîn Xelîl daxuyaniyek da.

Li Tebqayê jî meş ji pêşiya Nivîsgeha Partiya Sûriyê ya Pêşerojê dest pê kir û ber bi navenda Tevegera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve çû. Di meşê de dirûşmeyên şermezarkirina êrişên dagirkeran hatin berzkirin. Paşê meş veguherî mitîngê. Di mitînê de ji rêveberên komîteya Ciwan û Werzîşê Mehmûd El-Yetim daxuyaniyek da û destpêkê salvegera 4`emîn a rizgarkirina bajarê Tebqa ji çeteyên DAIŞ`ê, pîroz kir.

Di her du daxuyaniyan de behsa hewldanên artêşa Tirk a dagirker da ku xaka Kurdistanê û Rojhilata Navîn dagir bike, her wiha tunekirina hemû hewldanên azadiya gelan û pêkanîna komkujî û qirkirinê hate kirin. Her wiha hate diyarkirin ku gerîla li hember êrişên dagirkeran li Herêmên Parastinê yên Medyayê berxwedaniyên lehengiyê pêk tînin û artêşa Tirk wek ku çawa li Garê têk çû, dê dîsa encam binketina wan be.

Her wiha hate destnîşankirin ku dewleta Tirk a dagirker ava çemê Firatê qut dike, bi milyonan kes di çarçoveya siyaseta dijminahî li dijî gelê herêmê tî dike.

Di dawiyê de herdu daxuyaniyan de bang li ciwanan hate kirin ku dest bi seferberiyê bikin, li derdora hêzên gerîla li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker di çarçoveya Pêngava Bazên Zagrosê de, kom bibin.

(bx)

ANHA