Êzidiyên Helebê biryara hikumeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî şermezar kir

Êzidiyên Şêxmeqsûdê ya Helebê biryara hikumeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî red kir û plan û êrişên dewleta Tirk ên li dijî Şengalê şermezar kirin.

Êzidiyên Helebê biryara hikumeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî şermezar kir
11 gulan, 2021   06:51
HELEB-ARIF SILÊMAN

Bertekên civaka êzidî li dijî êrişên dewleta Tirk û biryara hikumeta Iraqê ya darvekirina 4 ciwanên êzidî, didomin.

Rojîn Qelendir siyaset, êrişên dewleta Tirk û hikumeta Iraqê li dijî civaka êzidî ya Şengalê û dabeşkirina civaka êzidî û afirandina fitneyan şermezar kir. Der barê biryara darvekirina 4  ciwanan de, Rojîn diyar kir ku ew biryara darvekirina li dijî ciwanên êzidî red dikin û da zanîn ku ew bi vê biryarê dixwazin fitneyan di navbera êzidiyan û eşîra El-Şemer a li Şengalê de çêkin û bi taybet piştî ku tevahî planên wan têk çûn.

Roşîn Mûse ferman û êrişên li dijî gelê êzidiyan li Şengalê bi bîr xistin û got: “Em êrişên 2014'an ji bîr nakin dema ku hikumeta Iraqê dev ji parastina êzidiyan berda û rê li ber çeteyên DAIŞ'ê vekir da ku komkujiyên li dijî êzidiyan pêk bîne.”

Roşîn wiha domand: "Armanca dewleta Tirk ew e ku êzidiyên ku Rêveberiya Xweser ava kiriye û herêmê xwe parastin û li kêleka hêzên xwe sekînine, tune bike."

Têkildarî bêdengiya navneteweyî, Roşîn anî ziman ku bêdengiya navneteweyî delîl e ku ew bi dewleta Tirk re di êriş û sûcên dijî gelê êzidî de şirîk in û destnîşan kir ku ew vê bêdengiyê qebûl nakin û dê li hember zilmê li ber xwe bidin.

Suhêle Nasro piştrast kir ku têkiliya ciwanên êzidî bi kuştina ciwanên eşîra El-Şemer re tune ye û got ew fitne ji aliyê dewleta Tirk û hikumeta Iraqê ve hate çêkirin. Suhêle diyar kir ku ew biryara darvekirina red dikin û dê piştgiriya şêniyên Şengalê dikin û dev ji wan ciwanan bernadin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/mKXXkFwWnkY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>