Dosyaya DAIŞ`ê li gel paşguhkirina Konseya Ewlehiyê bê çareserî dimîne

Li gel paşguhkirina pêşniyara Rêveberiya Xweser a avakirina dadgeheke navneteweyî li herêmê ji bo darizandina çeteyên DAiŞ`ê, civaka navneteweyî tenê hinek zarok û jinên DAIŞ`î ji herêmê derdixe.

Dosyaya DAIŞ`ê li gel paşguhkirina Konseya Ewlehiyê bê çareserî dimîne
11 gulan, 2021   06:10
NAVENDA NÛÇEYAN - EHMED MIHEMED

Gelek şandeyên biyanî hema bêje rojane serdana herêmên Rêveberiya Xweser dikin û li ser saziyên wê digerin. Herî dawî şandeya hikumeta Belçîkayê û ya Danîmarkayê serdana herêmê kir. Li gorî raporên dezgehên çapemeniyê ku li ser wan serdanan belav dibin, nîqaşên wan bi gelemperî li ser dosyaya DAIŞ`ê ne, lê behsa tu çareseriyekê nayê kirin.

Dosyaya DAIŞ`ê ji çeteyên girtî yan jî malbatên wan ên di nava kampan de, ji ber fikirê wan ê tundraw û li gel paşguhkirina avakirina dadgeheke navneteweyî ji bo darizandina wan çeteyan û bêdengiya dewletên biyanî, ev mijar ji bo Rêveberiya Xweser mijareke girêk e û li ser pêşeroja herêmê û cîhanê xetere ye.

Di piraniya hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û şandeyên biyanî de, rewşa kampên Hol û Roj û çaranûsa zarok û hemwelatiyên wan tên nîqaşkirin beyî ku behsa rêbazên çareserkirina dosyaya DAIŞ`ê were kirin. Li hemberî wê Rêveberiya Xweser israr dike ku pirsgirêka DAIŞ`ê pirsgirêkeke navneteweyî û divê di çarçoveyeke navneteweyî de bê çareserkirin.

Hemû şande xwe ji vê mijarê û pêşeroja dosyaya DAIŞ`ê didin alî.

Rêveberiya Xweser zêdetirî 30 hezar kes ji malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên sûrî, iraqî û biyanî di nava kampên Hol û Roj de digire ku piraniya wan jin û zarok in, di nav wan de 8 hezar û 555 zarok û jinên biyanî hene.

Li rex malbatên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) di pêngavên xwe yên li dijî DAIŞ`ê de zêdetirî 19 hezar çeteyên DAIŞ`ê girtin.

Li gorî detayan niyeta dewletên biyanî tune ye ku hemwelatiyên xwe bibin yan jî wan darizînin yan jî vê dosyayê çareser bikin. Di serdanên domdar ên ji bo vegerandina zarokan de, Rêveberiya Xweser di sala 2019`an de 170 jin û 175 zarok radest kirine.

Her wiha di 2021`an de 34 jin û 239 zarok ku ji misilmanên dewletên biyanî yên cuda ne radest kir. Rûsya û Ozbekistan di lîsteya dewletên ku herî zêde hemwelatiyên xwe vegerandin, ji ber ku welatiyên her du dewletan bi awayekî mezin tev li rêxistina DAIŞ`ê bûne.

Rêveberiya Xweser ji 25`ê Adara 2019`an ve anku piştî ragihandina QSD`ê tunekirina DAIŞ`ê ji aliyê erdnîgarî ve, bang li civaka navneteweyî dike ku çeteyên DAIŞ`ê di bin sîwaneke navneteweyî de bi rêya avakirina dadgehan li herêmê darizîne. Ruxmî wê jî ev dosya hê jî tê paşguhkirin û çaranûsa wê ne diyar e.

Tirsa civaka navneteweyî li ser berjewendiyên xwe yên bi hinek hêzên herêmî yên cîranê Sûriyê re di serî de Tirkiyê ku her hewldaneke piştgiriya Rêveberiya Xweser ji her aliyekî ve red dike, yek ji wan astengiyan e ku li pêşiya hewldanên çareserkirina vê dosyayê bi Rêveberiya Xweser re dibin bend.

Gelek mijar hene ku nîşan dikin ku tu niyet ji aliyê civaka navneteweyî ve tune ye ku mijara darizandina çeteyên DAIŞ`ê bixe rojave Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî ku dikare mîna van dadgehan ava bike, jê pêşniyara Rêveberiya Xweser a avakirina dadgehên navneteweyî li herêmê red dike û qebûl nake hemwelatiyên xwe jî bibe.

Meclisa Ewlehiyê ya Navneteweyî dikare mîna van biryaran bide û li gorî beşa heftan a hevpeymana Neteweyên Yekbûyî (NY) dadgehan li herêmên Rêveberiya Xweser ava bike mîna ku dadgeheke cezayan a navneteweyî li Yugoslavyayê sala 1993`yan û li Ruwandayê sala 1994`an ava kiriye.

Beşa heftan a hevpeymana NY`yê maf dide Konseya Ewlehiyê ku di kijan demê de li gorî pêwîstiyê tedbîr û bergiriyan bigire da ku aştî û ewlehiya navneteweyî biparêzin.

(şx)

ANHA