Li bakurê Idlibê mayîn bi karwanekî artêşa Tirk ve teqiya

 SOHR`ê ragihand ku li ser rêya Keferlosîn-dergeha Bab El-Hewa ya li bakurê Idlibê hemwextî derbasbûna karwanekî artêşa Tirk a dagirker, mayînek teqiyaye. Tê gotin kuştî û birîndar hene.

Li bakurê Idlibê mayîn bi karwanekî artêşa Tirk ve teqiya
11 gulan, 2021   07:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), teqîn vê sibehê li ser rêya Keferlosîn-dergeha Bab El-Hewa ya li bakurê Idlibê li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê pêk hatiye. Teqîna mayînê hemwextî derbasbûna karwanekî leşkerî yê hêzên dewleta Tirk a dagirker ku ji 7 wesayîtên leşkerî pêk dihat, rû da û di encamê de wesayîtekê derb xwar.

Tê gotin piştî teqîna mayînê, ambolansan berê xwe daye cihê teqînê û hin leşkerên artêşa Tirk a dagirker birîndar bûne. Tê gotin kuştî jî di teqînê de çêbûne.

(cx)