Cotkar neçar dimînin zeviyên xwe bifiroşên xwediyên sewalan

Cotkarên gundewarên başûrê Hesekê neçar man ku zeviyên xwe yên çandiniyê bifiroşin xwediyên sewalan da ku beşek ji xisara xwe telafî bikin.

Cotkar neçar dimînin zeviyên xwe bifiroşên xwediyên sewalan
11 gulan, 2021   04:17
HESEKÊ – BASIM EL-DEXÎL

Ji ber kêmbûna barîna baranê di demsala zivistanê de û bilindbûna buhayên parçeyên jeneratorên avdanê, mewsimê çandiniyê yê bejî û avî zirareke mezin dît.

Rûbera zeviyên çandiniyê yên avî 30 hezar donim genim û 300 hezar donim ceh ji çemê Xabûrê tê avdan û 70 hezar donim genim jî ji bîran tê avdan. Her wiha zêdetirî 630 hezar donim cehê bejî li herêmên Şedadê û gundewarên wê tê çandin.

/kr/uploads/files/2021/05/10/180327_-.webp

Cotkarê bi navê Basil El-Ferec tekez kir ku mewsima çandiniyê li tevahî herêmên Cizîrê telef bû û neçar man ku zeviyên xwe bi erzanî bifiroşe xwediyên sewalan da ku beşek ji xisara xwe telafî bikin.

Basil El-Ferec destnîşan kir ku kêmbûna baranê sedema sereke ya telefbûna berhemên îsal in, her wiha sedemên din jî vedigere derengmayîna komîteya çandiniyê di belavkirina sotemeniyê li cotkaran de da ku di dema wê de zeviyên xwe av bidin.

Basil El-Ferec bang li Desteya Çandiniyê kir ku deriyê ruxsetan ji mewsimê havînê re li seranserî çemê Xabûrê veke da ku pembo û sebzeyan biçînin û beşek ji xisara xwe di mewsima zivistanê de telafî bikin, her wiha xwesta destekdayîneke biçûk ji desteyê kir.

/kr/uploads/files/2021/05/10/180345_-.webp

Têkildarî mijarê hevseroka Komîteya Çandiniyê ya Şedadê Beraa El-Xilêf ji ANHA`yê re wiha axivî: "Ji ber rewşên hewayî û hişkesaliyê, berhemên çandiniyê yên avî û bejî telef bûn."

Beraa El-Xilêf destnîşan kir ku zeviyên bejî bi temamî telef bûn û diyar kir ku beşeke mezin ji zeviyên avî ji ber zêdebûna germahiyê, bilindbûna parçeyên jeneratorên avdanê, telef bûn.

FIROTINA BERHEMAN

Beraa El-Xilêf tekez kir ku ji ber van sedeman cotkar neçar man ku bi rêjeyeke mezin li herêmên Şedadê û gundewarên wê ku zeviyên xwe bifiroşin xwediyên sewalan da ku beşek ji xisara xwe di vî mewsimî de, telafî bikin.

Beraa El-Xilêf diyar kir ku komîteyên sewaldariyê û çandiniyê li navçeyê bi awayekî sîstematîk raporan ji rêveberiya giştî ya çandinî û sewaldariyê re dişînin da ku rewşa zerarê ji wan re diyar bike û got: "Em dikin alîkariyê bidin cotkaran."

 (bx)

ANHA