Ji Xezayê de moşekên li dijî Îsraîlê

Li gorî çavkaniya ji Xezayê de, komên Filîstînê yên li Xezayê, Qudis û yekîniyên niştecihan ên Îsraîlê yên li nêzî Xezayê topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya li Xezayê armanc kir. Ew êriş li ser bersivdana êrişên Îsraîlê li dijî filistîniyên li Qudisê pêk hat. Ew yek jî îşaretê bi şerekî leşkerî ya berfireh bi artêşa Îsraîlê re dike.

Ji Xezayê de moşekên li dijî Îsraîlê
10 gulan, 2021   17:28
XEZA

Ketaib El-Qesam, baskê leşkerî yê Tevgera Hemasê ragihand ku wê bi moşekan derbeyek li bajarokên Îsraîlê yên li Qudisê daye, ku bersiva êrişên Îsraîlê yên li dijî filîstîniyên li qada Mescid El-Eqsa bidin.

Ketaib El-Qesam da zanîn ku ew amade ye bersiva êrişan bilind bike, heke êrişên dagirkeriyê dûbare bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku 7 moşekên ku ber bi Qudisê ve hatine şopandine û wiha daxuyand: "Pergala parastina asîmanî moşekek bê bandor kir. 4 moşek jî li derdora Qudisê ketin û dengê teqînan li tevahî bajêr hate bihîstin."

Girêdayî mijarê, Seraya El-Qudis ê baskê leşkerî yê Tevgera Cîhad El-Îslamî eşkere kir ku wê yekîniyên li Xezayê bi dehan moşekan topbaran kirin û nuqteyeke leşkerî ya Îsraîlê li rojhilatê Xezayê armanc kir.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0qvVlJq5nFQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>