Artêşa Tirk gundê Um Hoş ê Şehbayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê topbaranên li dijî gundên kantona Şehbayê berdewam dikin û niha jî gundê Um Hoş topbaran dikin.

Artêşa Tirk gundê Um Hoş ê Şehbayê topbaran dike
10 gulan, 2021   17:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî topbaranên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gundên Eyndeqnê û Bêloniyê yên kantona Şehbayê, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Um Hoş bi moşekan topbaran dikin.

Hîna jî topbaran berdewam e û tu agahî li ser ziyanên canî û madî bi dest neketine.

(fr)

ANHA