Rêxistina Rojava alîkarî li koçberên Serêkaniyê belav kir

Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşepêdanê 2 hezar û 200 pakêtên xwarinê li koçberên di kampa Serêkaniyê de belav kirin.

Rêxistina Rojava alîkarî li koçberên Serêkaniyê belav kir
10 gulan, 2021   13:24
HESEKÊ

Alîkarî bi rêya komînên kampê li malbatên Serêkaniyê hate belavkirin. Alîkarî ji madeyên xwarinê pêk tê.

Endamê Rêxistina Rojava ya Alîkarî û Geşepêdanê Welîd Elo diyar kir ku 2 hezar û 200 paketên xwarinê li malbatên koçberên di kampê de belav kirin û da zanîn ku dê li kampa Waşûkanî jî belav bikin.

Welîd Elo xebatê rêxistinên din ên di kampê de rexne kirin û bang li wan kir ku zêdetir destekê bidin koçberan.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WVxUvzmJdkE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>